Ji Prof. Dr. Ferda Fahrîoglu bersiva ‘çima HDP’ 2018-05-18 09:08:17   Berîtan Canozer   STENBOL - Prof Dr. Feda Fahrîoglu bi lêv kir ku li akademiyan hilberîn bi destê AKP’ê hatiye qedandin û ji HDP’ê bû bernamzet. Ferda sedema tercîha xwe ya li alî HDP’ê jî wiha vegot ‘Ez ê ne li akademiyê li meclîsê li aştiyê bigerim.’    Gelek akademîsyenî ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kirin. Li Stenbolê ji 200’î zêdetir serlêdanên bernamzetiyê hatine kirin û  yek ji van jî ji akademîsyenên hatiye îxrackirin Prof. Dr. Ferda Fahrîoglu ye.   Feda di 1988’an de li Hezro ya Amedê hatiye cîhanê û yek ji 7 zarokên malbatek cotkar e. Ferda her roj bi bavê xwe re ji gund çûye Amedê dibistanê û yekane zaroka keç a wê demê  li gund xwendiye.  Ji ber vê di temenê biçûk de li dijî newekheviya zayendî jî têkoşîn daye. Piştî lîseyê li Zanîgeha Uludagê beşa Têkiliyê Navneteweyî dixwîne. Ferda di 2010’an de dest bi xebatên akademîk dike û heta bê îxrackirin li Zanîngeha Bîtlîs Eren, Zanîngeha Hacettepeyê û Zanîngeha Yildiz Teknîkê bi giştî 7 salan wek peywirdara lêkolînê xebitiye.   ‘Ez namzeta siyaseta aştiyê me’   Ferda li Amedê di nav pirsgirêka Kurd de mezin bûye. Dema li Bursayê dixwîne mamosteyên dikevin dersa Rojhilata Navîn qet behsa Kurdan nakin û ev jî bandorek mezin li ser wê dike. Bi vê re biryar dide ku bibe akademîsyen. Ferdayê biryar dide ku di qada ‘Aştî û Çareseriya Pevçûnê’ û ‘pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê’ de bibe pispor. Ferdayê diyar kir ku ew di pêvajoya kariyera xwe ya akademîk de di qadên ku dilê xwe de hîs kiriye xebitiye.   ‘Ez akademîsyena aştiyê û siyasetvana aştiyê me’   Ferdayê ji bo xwe diyar dike ku ew akademîsyana aştiyê, namzeta siyasta aştiyê ye. Ferda di 7’ê Sibata 2017’an de bi KHK’ê hatiye îxrackirin. Ferdayê bi lêv kir ku di meha çileyê 2016’an de danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ belav kirine û got: “Ev belkî têr nedikir lê ev ji destên me dihat. Heta ez bêm îxrackirin em rastî tehdîd, mobîng û surgunê hatin. Ez surgunê Bedlîsê kirim. Malbata min parçe bû û ez û kurê xwe ji hevjînê min dûr ketin. Piştre jî em hatin îxrackirin.”   ‘HDP ji bo hemû gelan têdikoşe’   Ferdayê daxuyakirin ku desthilatdariyê akademiya ku muxalîfê xwe dît, xwest hesab jê bipirse û saziyên serbixwe tasfiye bike. Ferdayê wiha berdewam kir: “Min bi 15 akademîsyenî re pirtûka bi navê ‘Ji Akademîsyenan çîrokên KHK’ê’ derxist. Qada akademiyê ji bo min qada ewil bû. Lê naveroka akademiyan vala kirine. Bihêlin pirsgirêka Kurd, nahêlin hevoka Kurd derbas bibe.  Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de di akademiyan de li aştiyê gerîn   zêde ne di cih de bû. Ji ber min bawer kir ez di akademiyan de nikarim hilberînê bikim, min biryar da ku ez di qada siyasetê de bi awayekî çalak cih bigirin. Ji bo bibim namzet jî min HDP tecîh kir.  HDP ji bo hemû gelan siyasetê dike. Sedemek din a tercîha min a HDP’ê ev bû ku polîtîkayên wê yên wekhev yên derbarê jinan de bû. Ji bo girêdayîna min a têkoşîna siyaseta Kurd dibêjim HDP’.”