Dayikên Aştiyê: Ji bo zarokên me dengên me ji HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş re ye 2018-05-18 09:06:30   ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew di hilbijartinê de piştgiriyê didin HDP û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û wiha gotin: “HDP partiya her kesî ye. Ji bo zarokên me denga me ji HDP’ê re ye.”   Dayikên Aştiyê diyar kirin ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wê dengên xwe li alî aştî û edeletê bi kar bînin. Dayikên aştiyê gotin wê di hilbijartina serokomariyê de jî piştgiriyê bidin namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û wê ji aliyê çareseriyê tercîha xwe bikin.   ‘Dengan nedin kesên ku bi şer xwe xwedî dikin’   Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz bi lêv kir ku gelê Kurd ji mafên xwe yên herî sereke bê par maye û wiha pê de çû: “Ciwanên me di girtîgehan de ne. Em ji malên me kirin. Zarokên me hatin qetilkirin. Her cureyê zextê li ser me tê kirin. Em dixwazin Kurd  û hemû gel aştiyane bijîn û jiyanek bi rûmet bijîn. Ev hilbijartin krîtîk e.”   Medîneyê destnîşan kir ku wek Selahattîn Demîrtaş gelek parlamenter, hevşaredar û kesên demokrat girtîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê her kes dengê xwe bide Selahattin Demîrtaş. Televîzyonên me, çapemeniyên me, rojnameyên me hatin girtin. Ez wek dayikek aştiyê ji bo zarokên xwe ji bo destpêkek nû ez ê dengê xwe bidin Selahattin Demîrtaş.”   ‘Li Egeyê gundî di rewşek ne baş de ne’   Dayika Aştiyê Perîhan Kortak jî bi lêv kir ku gel li hember hev kirine dijmin û mahkumê xizaniyê hatine kirin û wiha pê de çû: “Ciwan betal in û yên li meclîsê rûdinin jî tiştekî nakin. Beriya hilbijartinan sozê didin lê naynin cih. Hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê mirov bêzar bûne. Li Egeyê gundî bi gazinc in. Dixwazin yek derkeve bi destên wan bigire. HDP ne tenê partiya Kurdan partiya her kesî ye.”