Hemşînî: Em ligel namzetê ku azadiya jinê diparêzin e 2018-05-17 09:21:33   STENBOL - Jinên Hemşînî yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ew di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li cem namzetê ku azadiya jinê diparêzin e.    Xebatên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bê navber didome û  navên ji partiyan bûne namzet jî yek bi yek diyar dibin.  Partiyên siyasî yek bi yek sozên xwe didin û bersiva gel jî wê di 24’ê Hezîranê de diyar bibe. Jinên Hemşînî yên ji ajansa me re axivîn derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe gotin.   ‘Em ligel azadiyan in’   Dîldar Kahraman a ji Aranuç a Artvînê ye û li Stenbolê dijî ev tişt got: “Ez natirsim, fikrên xwe aşkera dibêjim.  Me heta îro gelek darbe dîtin. Me her tim têkoşîn da. Me darbeya 1980’ê dît.  Hevjînê min ji kar dûr xistin. Em niha teqawît in. Me ew dem dît me jiya.  Em ligel azadiyan in. Di hilbijartinan de xîle tên kirin. Ji ber vê divê muxalefet baldar be.”   ‘Muxalefet peywira xwe nake’   Nîlgun Şengul jî destnîşan kir ku muxalefet peywira xwe baş nayne cih û hemû çapemenî jî di destê dethilatdariyê de ye.   Gulîzar Ustabaş jî ev tişt bi lêv kir: “Ez ji Hopayê me. Ev 14 sale li Stenbolê me. Ji bo zarokên min bixwînin min bi salan têkoşîn da. Niha ji bo teqsîdên xanî bidim dixebitim.  Ez nû ji Hopayê hatim. Ji bo çayê çûbûm. Lê li wan deran çay qedyaye, tu nirxa wê tuneye. Ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidim kesên girîngiyê didin keda me. Divê teqez jin dengê xwe bi kar bînin.”