Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Gotina jinan wê her tiştî biguhere 2018-05-17 09:01:37   ENQERE-Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê 24’ê Hezîranê derketina ji tunelê bê nirxandin û wiha got: “Muxalefeta bi hêz ya derdikeve holê, HDP’yek bi hêz û jinên bi hêz wê hemû tiştî biguherin.”   Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  der barê hilbijartinên 24’ê Hezîranê û mîsyona HDP’ê de nirxandin kir.Gulîstanê  diyar kir ku 24’ê Hezîranê ji bo welat gelek girîng e û di alî jinan de jî pir girîng e û wiha got: “Ji 2002’yan heta niha AKP serdeste û polîtîkayên wê li dijî jinê ne. Ji ber vê wê jin li kolanan li dijî êrîşên li hemberî jinê û polîtîkayên AKP'ê berxwe bidin.”   ‘24’ê hezîranê wê veguhere helwestek rast’   Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de desetnîşan kir ku hêrs, berxwedan û îtîraz wê di 24’ê hezîranê de veguhere helwestek rast û 24’ê hezîranê wê bibe derketina ji tunelê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinan de wê jin li alî demorkasiyê bibin xwedî helwest. Dibe ku hemû welat neguhere lê ev hilbijartin a di navbera demokrasî û dîktatoriyê de ye. Ji ber vê hewlesta jinan a li dijî demokrasiyê gelek girîng e.”   Gulîstanê her wiha balkişand ser mîsyona HDP’ê ya di vê hilbijartinê de û got yekane partiya ku hemû civakê hembêz dike û bersiva demokratîk a li hember pirsgirêkan HDP’ ye.  Gulîstanê ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de dixwazin HDP’ê ji derve bê hiştin. Ev jî tê wateya ku tifaq ketine valahiyê. Em dizanin ku ger HDP nekeve meclîsê, hemû tifaqên li dij AKP’ê jî wê vala bin. Lê ev tablo bi têkoşîna jinan dikare bê guherin. Jin wê dawiya AKP’ê bînin.”