Li Wanê xebatên jinê yên ji bo hilbijartinê bê navber didome 2018-05-16 16:53:24   WAN - Xebatên Wanê yên hilbijartinê ku bi pêşengtiya jinê tê kirin li Erdîş û Ertemêtanê didome.    Li Wanê xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HD) ku bi pêşengtiya jinê tê kirin, li navçeyan didome. Heyeta tevî Hevseroka Şaredariya Artemêtanê yê berê yê qayyim tayinî şûna wê bû, Rojbîn Sevîl Çetin, li sûkê bi gel re hat ba hev. Di serlêdana bazirganan de wêneyên namzetê serokkomariyê yê Selahattin Demirtaş hat belavkirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî wênyê Selahattin Demirtaş da.