Gel eleqeyek mezin nîşanî xebatên HDP'ê dide 2018-05-16 14:40:40   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca û heyeta tevî wê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên ji bo 24'ê Hezîranê de li Qilebanê bi gel re hatin ba hev.    Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navber didome û gel eleqeyek mezin nîşanî xebatên HDP'ê didin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca û heyeta tevî wê li navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi gel re hatin ba hev.    Heyetê qertên ku wêneyê namzetê serokkomariyê yê HDP'ê li ser hebû li gel belav kir. Piştre Feleknasê di serdena bazirganan de axivî û got HDP'yê di hilbijartinan de bi awayekî serkeftî bi ser bikeve û divê gel jî li vîna xwe xwedî derkeve.    Piştre heyetê kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê ziyaret kir û piştre derbasî navçeya Elkê bûn.