‘Tifaqên yekparêz wê bi çi rûyî bên bajarên kurdan’ 2018-05-16 09:14:20   Şehrîban Aslan   AMED - Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku di bin sedema tifaqên ku ji derveyî HDP’ê  tên avakirin de, hişmendiya yekparêz û nêzîkatiya li dijî pirsgirêka kurd heye û wiha got: “ Her kesî dît ku kurd li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê û li cîhanê hatine asta ku têrî xwe dikin. Îro yên tifaq ava kirine ji vê yekê ditirsin. Yên ku bê HDP'ê tifaq ava kirine li herêma Kurdistanê wê bi kîja rûyî xebatan bimeşînin.”   Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Salîha Aydenîz der barê pêvajoya hilbijartinê de nirxandin kir û got: “HDP ji derveyê tifaqên hatine avakirin hat hiştin. Sedema vê jî ev e ku Kurdan xwe li cîhanê nîşan daye û têrî xwe dikin. Ji ber naxwazin kurd xurt bibin tifaq bi wan re nehat kirin.   ‘Pêvajoyek bi 7’ê Hezîranê re dest pê kiriye’   Salîhayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyek ku bi 7’ê Hezîranê re dest pêkiriye heye û got AKP ji 2002’an heta niha heye û gel êdî dibêje bes e û wiha got: “Desthilatdariyê 7’ê Hezîranê qebûl nekir û ketin pêvajoya 1’ê mijdarê.  Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin binçavkirin, girtin, buro hatin şewitandin, zext li sosyalîstan hat kirin. Di 2016’an de hewldana darbeyê pêk hat. Gelan li dijî van pêkanînan helwest nîşan dan. Lê AKP’ê her tim hewl da vê pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne.”   ‘Qanûn bi KHK’yan hatin derxistin’   Salîhayê di berdewamiyê de got piştî tiştên hatine jiyîn şûnde OHAL 7 caran hatiye dirêjkirin û piştre jî bi KHK’yan qanûn hatine derxistin. Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji pergalên yekparêz û dewletê wêdetir divê pergalên gel û demokratîk bên avakirin. Bi hezaran kes bi KHK’yan ji kar hatin derxistin.  Gelek esnafî kepenk girtin. Ev jî nîşaneya têkçûna aboriye. Welatê ku her tim alavên şer bigire wê çawa li ser piyan bisekine. tirkiye berê di çandiniyê de di cihê herî girîng de cih digirt. Lê niha genim û kayê jî ji derve tîne.”   ‘Pirsgirêk ne pirsgirêka bendê ye’   Salîhayê balkişand ser avakirina tifaqên di bin navê ‘çep’ de hatine avakirin û wiha got: “Tê gotin ku ji bo HDP’ê pirsgirêka bendê tune û ji ber vê tifaq pê re nehatiye avairin.  Belê pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune lê pirsgirêk ne eve.  Pirsgirêk, pirsgirêka serdestiya zîhniyeta yekparêz avakiriye. Armanc eve ku li dijî pergala heyî têkoşîn bê dayîn.  Lê pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk nayên çareserkirin.”