HDP’a amadekariya hilbijartinê dike: Nûneriya wekhev rojeva sereke ye 2018-05-16 09:08:00   ENQERE - Mizgîn Irgat a HDP’î  pêvajoya hilbijartinê wek ‘ riya ji taritiyê derketin’ nirxand û wiha got: “Me tu car ji îdiaya ku HDP partiya jinê ye tavîz neda. Nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê, rojevên me yên sereke ne. Em ê xwe bigihînin hemû jinan.”   HDP’ê danezana xwe ya derbarê hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê ya di 24’ê Hezîranê de pêk tê aşkera kir. HDP'ê derbarê hilbijartinê de ji bo polîtîkayên jinan û jiyanê soza pêkanînên nû dide û di vî alî de xebatên xwe dimeşîne. Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat pêvajoya hilbijartinê nirxand.   Mizgînê daxuyakirin ku dest bi xebatên hilbijartinê kirine û got bi peywirdarkirina koma HDP’ê re  parlamenter li bajaran xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de ligel hevdîtinên bi jinan û gel re tên kirin. Em bi hilbijêrên jin re tên cem hev.”   ‘Em tu car ji nûneriya wekhev û ji îdiaya xwe ya ku HDP partiya jinê ye tavîz nadin’   Mizgînê destnîşan kir ku bi aşkerakirina danezanê re  dirûşmeyên derbarê hilbijartinê û bernameya partiyê jî zelal bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek HDP'ê ji roja ewil heta niha rêgez û gotinên xwe anîn ziman. Me ev îdiaya xwe qet şûnde nekişand. Em tu car ji nûneriya wekhev û îdiaya xwe ya ku HDP partiya jinê ye tavîz nadin. Em bi hilbijêran re tên cem hev û li her qadê daxwazên gel di nokteyekê de tên cem hev.”   ‘Gelên me ne mahkumê du blogên cuda ne’   Mizgînê bi lêv kir ku hilbijartin ji alî HDP’ê gelek girîng e û got ev pêvajoya ‘riya ji taritiyê derketine’.  Mizgînê got HDP di vî alî de di nokteyek girîng de cih digire û got: “Em tu car tavîz nadin. Em di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bernameya xwe ya jinan aşkera dikin. Em hedef dikin xwe bigihînin hemû jinan. Di vê nokteya ku rejîma yek mêrî tê ferzkirin de, HDP deng û rengê gelan e. Ji ber vê  yekê gelê me ne mahkumê du blogên cuda yên heman in.”