Li gel astengiya polîsan li Qoserê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin 2018-05-15 17:33:47   MÊRDÎN - Di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest de li Qoserê li gel êrîşên polîsan buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê hat vekriin.   Di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest de li Qoserê li gel êrîşên polîsan buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê hat vekriin. Buroya ku li ser Kolana Mîthat Sancar hat vekriin, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman û rêxistinên HDP û DBP'ê tevli bûn. Heyeta ku ji bo vekirina buroyê kom bu heta taxa ku buro lê hat vekirin meşiya. Heyet li çarşiyê li gel TOMA û polîsan bi gel re kom bû û rastî elqeyeke mezin hat.   Bi sedan kesên ku ji bo vekirina buroyê li benda heyetê bûn piştî ku heyet hat bi tilîlî û govendê pêşwazî kirin. Hevseroka Navçeyê Mîhrîban Ata axivî û dorpêça polîsan şermezar kir.  Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku ji girseya li ber buroyê re axivî  jî wiha got: "Ez wekî nûnera 6 milyon kes dibêjim ku ev girse qedandina AKP'ê îlan dike."    piştî axaftinan buroya jinan hat vekirin.