'Tenê HDP dikare hemû hevsengiyan biguherîne' 2018-05-14 14:27:51   MÊRDÎN/WAN - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş di vekirina boruya hilbijartinê ya ji bo 24'ê Hezîranê ya li Nisêbînê axivî û got:"Tenê HDP dikare hemû hevsengiyan biguherîne." Her wiha li Wanê jî 2 buroyên hilbijartinê vebû.    Xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bê navber li Mêrdînê jî didome. Buroya hilbijartinê ya yekem li Şemrexê hatibû vekirin. Ya 2'emîn jî îro li Nisêbînê hat vekirin. Buroya hilbijartinê li Kuçeya Devrîmê ya Kolana Mîdyadê hat vekirin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Yekîneyên HDP û DBP'ê beşdarî vekirina buroyê bûn. Tevî dorpêçkirina polîsan jî buroya hilbijartinê bi coşek mezin û tililiyên jinan hat vekirin. Di vekirina buroyê de dirûşma "Bijî berxwedana HDP'ê hat berzkirin.    'Çawa Hitler têk çû ew ê jî wiha têk biçin'   Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got:"Nisêbînê bi coşa xwe dîsa bibe Nisêbîna rengîn. Îro jin, zarok, mêr, ciwan hemû kes ji bo dawî li zilma AKP'ê bîne li ser piyan e. Dixwazin hemû pirsgirêkan bi zilmê çareser bikin. Lê Hîtler çawa têk çûn ew ê jî wiha têk biçin."   Meralê behsa parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim kir û got:"Gulseren her dem mafdar e. Tevî hemû zextan em ê hemû siyasetmedarên xwe ji girtîgehan derxin û bi saya HDP'ê hemû hevseng ew ê biguherin."   Piştî vekirinê malbata Hogir Kayran ê 11 salî û di 12'ê Gulanê de ji ber ku  li qada hafriyatê bi cismekî lîstibû û jiyana xwe ji dest dabû, hat ziyaretkirin.    Li Wanê 2 buroyên hilbijartinê hat vekirin    Li navçeyên  Qelqelî û Sarayê yên Wanê buroyên hilbijartinê hat vekirin. Di vekirina ku gel bi coşek mezin beşdar bû de banga yekîtiyê hat kirin. Hevserokên Bajêr ên Wanê, Yadişen Karabulut, Umit Dede, Rêvberên navçe û bajaran û gelek kes beşdarî vekirinê bûn.     Piştî axaftinan buroyên hilbijartinê hat vekirin.