Pervîn Buldan :Dengê jin û ciwanan wê dawî li vê zilmê bîne 2018-05-14 14:12:30   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn buldan di civîna danezana partiya xwe de axivî û got ku dengê jin û ciwanan wê dawî li vê zilmê bîne.  Pervîn di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Em ji bo ku tarîtiya îktîdarê ji bo berjewndiyên xwe avakiriye ronî bikin tên. Em tên ku vê bêrîkirina xwe bi dawî bikin."   Di civîna bi minasebeta aşkerakirina danezana hilbijartinê ya HDP'ê de danesîna muzîka bingehîn a HDP'ê ya hilbijartinê ya "Wê bi te bê guhertin" hat kirin.   Pervîn Buldan a ku axivî kesên tevli civînê bûn bi kurdî silav kirin wiha axaftina xwe berdewam kir: "Îro rojek xweş e. Rojek ronahî ye. Rojek em hin bêtir nêzî azadiyê dibin. Em ji gelên xwe re manîfestoya xwe ya siberojek demokratîk aşkere dikin. Em bi hêvî, kelecan, biryar û zîndewar in. Teqez em ê bi ser bikevin. Em Botan in, Serhed in, Amed in, Mezopotamya ne, Derya Reş in, Derya Spî ne, Ege ne, Marmara ne û Anatolyayê ne. Em govend in, horon in û zeybek in.”    'Serokê gelan Selahattîn Demîrtaş e'   Pervîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ew welat veguherînin welatek demokratîk û azad derketine rê û got: “Hêvî û rûkenê hemû kesî birêz Selahattîn Demîrtaş e. Ji bo em birêz Selahattîn bikin serokomar em tên. Êdî ez nabêjim birêz Selahattîn namzetê me ye, êdî ew Serokomarê me ye. Ji ber ku ew seromarê gelan ê bi milyonan e. Selahattîn Demîrtaş siberojên azad û wekhev temsîl dike. Lê yên wî dîl girtine tu tiştekî temsîl nakin. Em bi têkoşîn, dil û wêrekiya xwe bi bawer in û derketin rê. Êdî emrê AKP’ê yê bi qasî mohrekê maye. Ew têkçûnê temsîl dikin û em jî serketinê temsîl dikin.”