Li Wanê hilbijartin: Barê jin û ciwanan zêde ye 2018-05-14 09:06:55   WAN - Jinên li dijî tifaqên wan tune dihesibînin hilbijartinên 24’ê Hezîranê rêxistin dikin wiha dibêjin: “Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tunebûnê ye. Hilbijartina hebûnê ye. Di vî warî de bi taybet barekî giran dikeve ser milê jin û ciwanan.”   Li Wanê jin xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê rêxistin dikin û li her kolan û taxan xebatan dimeşînin. Sînem Balmal diyar kir ku hilbijartin di şertên adîlane de pêk nayê û wiha pê de çû: “Li dijî texrîbatên ku faşîzm li ser bedena jinê dimeşîne, divê em bi hev re  bersivê bidin tifaqa AKP û MHP’ê.”   ‘Mexdurên KHK’ê biçin ser sindoqan’   Hevseroka Genel Îş a Wanê Emîne Bozkurt jî destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo gelan derfete û kedkarên hatine îxrackirin bi bîr xist  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hilbijartin ji bo hemû karker û kedkaran derfetek mezin e. Ev demek dirêj e welat bi KHK’yan tê birêvebirin. Bi hezaran karkerên ji karê xwe bûne wê bersiva herî baş di hilbijartinê de bide gelan.”   ‘Em vê biharê her tiştî taloq bikin’   Jina bi navê Ayfer Gelîbolu daxuyakirin  ku di OHAL’ê de pêkanîna hilbijartinê ne rewa ye û ev tişt anî ziman: “Her ku alî zelal dibin di esasê de ev hilbijartin kelecanek mezin diafirîne. Bi awayekî aşkera gelê Kurd ji derveyî aliyan tê hiştin. Hewl tê dayîn bê Kurdan pergal bê avakirin. Ji ber vê ev hilbijartin ne hilbijartina serokomariyê hilbijartina hebûn û tunebûnê ya Kurdan e. Hilbijartina hebûnê ye. Bi taybet barekî giran dikeve ser milê jin û ciwanan. Ez bang li hemû jinan dikim ku divê her tiştî di vê biharê de taloq bikin. Divê her kes bi coş tevlî xebatên hilbijartinê bibe.”