Ayşe Acar Başaran bang li Baroyan kir 2018-05-13 16:25:23   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku yek ji pîvanên herî bingehîn ên  demokrasiyê ew e ku dengên bikevin sidoqan û derbikevin heman bin. Ayşe, anî ziman ku ji bo parastina dengan, xebatên bi rêxistinê bi rêve dibin.    Komîsyona Hiqûqî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de bi parêzeran re li hev civiya. Civîna taştê li Granma Cafê pêk hat. Parêzeren  Komeleya Hiqûqnasên Azad (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Malên Gel, EMEP û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran tevli civîna taştê bûn.   Ayşe, di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo ewlekariya hilbijartinê ew li gelek bajaran bi parêzeran re hatin gel hev û di vê çarçoveyê de lez dane xebatên xwe. Derbarê qanûna hilbijartinê de guhertin çêbûn. Bi vê guhertina  qanûnî re, pêwîstî heye ku zêdetir sindoq bên parastin. Em dixwazin li her yek navçe û bajaran herî kêm çend parêzer hebin. Ji bo vê yekê xebatên me berdewam dikin.  Em hewl didin  ekîbên seyar ava bikin. Ji bo vê em îro li vê derê kom bûn. Baroyan jî bangawazî kirin. Em jî cardin bang li hemû baroyan dikin ku berpirsiyartiya xwe bînin cih. Yek ji pîvanên herî bingehîn ên  demokrasiyê dengên bikevin sidoqan û derbikevin heman bin. Di vê çarçoveyê de me xebatan bi rêve dibin.”