HDP'ê li Sêrtê buroya yekem a hilbijartinê vekir 2018-05-13 15:39:41       SÊRT - HDP’ê, li Sêrtê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê ya navendî vekir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan beşdarî vekirina buroyê bû û got: “Gel biryara xwe daye û li benda 24’ê Hezîranê ye.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, bi tevlîbûna Dayîkên Aştiyê, buroya pêwindiyê ya hilbijartian 24’ê Hezîranê li Kolana Mîthat Okturen a taxa Dogan a Sêrtê vekir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyên yên Sêrtê, rêveberên HDP û DBP’ê  û gelek welatî beşdarî merasîma vekirin bûn. Berî vekirin buroyê welatiyan li ber avahiyê govend gerandin.    Parlamenter Bedîa Ozgokçe Ertan berî vekirin axaftin kir û  wiha got: “Gelê me biryara xwe ji zû de daye. Di sindoqên 24’ê Hezîranê de dê vîna gel derbikev holê. Emê tu carî Dayîka Taybet a 7 rojan cenazeyê wê li kolanê ma ji bîr nekin. Emê jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin. Gelê Sêrtê jî, dê mîna hemû gelê Kurd li ser sindoqan hesab bipirse.”    Piştî axaftina Bedîayê, Dayîkên Aştiyê peyama “Teqez emê qezenc bikin” dan û bi berzkirina tilîliyan re qûrdeya buroyê birîn û buro vekirin. Dûrê Bedîayê û koma pê re, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana dikandarên bajêr.