‘Em ê bi ruhê berxwedana 90’i biçin 24’ê Hezîranê’ 2018-05-13 09:03:07   MÊRDÎN - Nisêbîna ku ji Newroza 92’an  heta  îşan kirina rêveberiyên xweser navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsî ji bo 24’ê Hezîranê amadekariyan dike û jinan got wê bi heman rihê biçin ser sindoqan.    Starta hilbijartinê li Nisêbînê hat dayîn û li Mêrdînê 16 jê jin 86 kesî ji bo bernamzetiyê serlêdan kir.  Li Nisêbînê jinan diyar kir ku ji bo hilbijartinê yekane rê berxwedan e.   Jina bi navê Ziynet Algan da zanîn ku Nisêbînê ji salên 90’î heta niha li dijî polîtîkayên zextê li ber xwe daye,  serî netewandine û wih agot: “Em ê di 24’ê Hezîranê de jî nîşan bidin ku em ê ji bin vê rabin. Ji salên 90’î heta niha zext hene. Ji wê rojê heta niha Gelê Kurd li ber xwe dide. Wê vê berxwedana dîrokî di 24’ê Hezîranê jî nîşan bide.”   ‘Wê xwedî li îradeya xwe derkevin’   Turkan Alaman jî daxuyakirin ku gelê Nisêbînê bedelên mezin dane û got: “Rojên xweş li pêş me ne. Em ê ji vê pêvajoyê jî bi awayekî herî baş derkevin. Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.  Nisêbînê di vê pêvajoyê de bedelên mezin dan. Em ê xwedî li bedel, ciwan û xwîna xwe derkevin. Wê gelê Nisêbînê xwedî  li îrade û dîroka xwe derkevin.”   Sîdar Aysan jî bi lêv kir ku wê xwedî li îradeya xwe derkevin û got bila yek dengek wan neçe cihekî din û hemû ji HDP’ê re bin.  Sîdarê balkişand ser têkoşîna jinên Nisêbînê û got wan tu carî serî netewandiye û wê netewînin.