Hevjîna Mehmet Tunç, Zeynep: Bila dijminê Kurdan dengan nexwazin! 2018-05-12 09:12:42   ŞIRNEX - Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel  Mehmet Tunç ku bû sembola berxwedana rêveberiyên xweser a  Cizîrê, Zeynep Tunç wiha got: "Yên hatin ser axa me û zarokên me kuştin, malên me şewitandin tên dengan dixwazin. Bila vê yekê baş bizanibin ku heta em bijîn, em dengê xwe nadin wan." Dayika Mehmet û Orhan Tunç , Esmer Tunç jî got :"Em zarokên xwe ji bîr nakin û em dengê xwe nadin Erdogan."   Malbatên di rêveberiyên xweser ên Cizîrê de xizmên xwe winda kirine, banga xwedîderketina dengan, li her kesî kirin.   Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç ku bi gotinên ‘Wê Cizîr serî netewîne, bi me serbilind bin’ hîna di hişan de ye, Zeynep Tunç diyar kir ku AKP di amadekariyên hilbijartina pêşwext de amadekariyên dizîna dengan jî dike û wiha pê de çû: “Yên hatin ser axa me û zarokên me kuştin, malên me şewitandin tên dengan dixwazin. Bila vê baş bizanin ku heta em bijîn, em dengê xwe nadin wan. Bila her kes xwedî li sidoqan derkeve. Ji bo deng neyên dizîn divê her kes pir baldar be. Çi ji destên me bê em ê bikin. Botan wê tu carî têk neçe.”   ‘Wê hewl bidin bi diziyê bi ser bikevin’   Dayika Mehmet û Orhan Tunç, Esmer Tunç jî destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku zext gelek zêde ye de, pêkanîna hilbijartinê ne adîlane ye û bang li her kesî kir ku peywira xwe bîne cih û got: “Dengên nikarin ji gel bigirin, hewl didin bi diziyê qezenc bikin. Bi şewitandina xaniyan, şehîdkirina zarokan nikarin me bitirsînin. Ev me zêdetir dike xwedî hêrs.”   ‘Ji Erdogan re li vir deng tuneye’   Esmerê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Tirs, zilm û zext tu car gelê Kurd têk nabe. Me rojên zehmet derbas kir. Me bedel da. Malên me şewitandin, canê zarokên me sitendin, tiştên nekirin neman. Niha jî hilbijartinê pêk tînin. Ew dibêjin qet tirs wê Kurdan nebe ser sidnoqan. Bi destûra xweda em ê vê jî derbas bikin. Bila her kes, zarokên me yên canê xwe dan bibîr bîne dengan bikar bînin. Ji Erdogan re li vir deng tuneye.”   ‘Bodruman bibîr bînin’   Bêrîvan Edîn a ku di bodrumên Cizîrê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ew tiştên jiyane tu car ji bîr nakin û wê bi vî hestî biçin ser sindoqan. Berîvanê got: “Dema hevjînê min mir ez sê mehî ducanî bûm. Min sê hefteyan dereng zarok anî . Ji ber min rojên zehmet jiya. Dema kurê min hat dinê bavê wî tunebû. Divê em di vê hilbijartinê de bibin yek. Dengên xwe bi torbeyek meqarne nefroşin. Li Cizîrê ji her malbatekê kesek mir. Divê ji vir deng ji Erdogan re tunebe.”