Jinên Tetwanê:Kesên ji pergalê aciz bila di nav HDP'ê de têbikoşin 2018-05-12 09:06:08   Zeynep Durgut    BEDLÎS-Gelên li Tirkiyeyê wê 24 Hezîranê de biçin ser sindoqan û hemberî hemû qedexe, dorbeç û êrîşan gel wê 24 Hezîranê de dengê xwe bi kar bînin. Jinên Tetwanê gotin ku kesên ji vê pergalê aciz bila di nav HDP'ê de têbikoşin.    Gelên Tirkiyeyê wê di 24 Hezîranê de biçin ser sindoqan û di bin siya OHAL'ê û qedexeyê de dengê xwe bi kar bînin. Jinên Tetwanê der barê hilbijartina ku wê pêk bê de axivîn û gotin ku ew dixwazin piştî 24 Hezîranê bi rojên azad şiyar bibin.    'Wê ji sendoqên 24'ê hezîranê aştî û wekhevî derkeve'   Jina bi navê Sarya Yilmaz diyar kir ku di bin OHAL'ê de pêkhatina hilbijartinê şaş e û got ku ev nabe hilbijartineke demokratîk û wiha axivi;"Tirkiye ber bi aloziyekê ve diçe. Dewleta ku ber bi krîzê ve diçe çareseriyê di pêkhatina hilbijartinan de dibîne. Bi rastî li hemberî rê û rêbazên şaş gel êdî westiya. Kîjanwelatî hatiye dîtin ku her carê hilbijartina pêşwext hatiye kirin. Biryara vê hilbijartinê ne biryareke hiqûqi ye. Di nav van aloziyan de bêgûman hêvîya me HDP ye. Ne tenê pêdiviya gelan di heman demê de pêdiviya partiyên siyasî jî bi HDP heye. Bêyî HDP'ê em nikarîn bibêjîn ku wê pirsgirîk bên çareserkirin. Partiyên din tev heman hişmendiyê diparêzin û bi vê hişmendiyê siyaseta xwe didin meşandin. Lê HDP partiya hemû bîrdoziyan e. Mirov dikare hemû rengan HDP de bibîne. Mirov li hemberî îktîdara heyî nikare fikr û ramanên bîne ziman. Gel ji tirsa nikare biçe ser sindoqan. Tenê daxwaza gelan demokrasî ye. Em bawer în ku wê ji sindoqên 24 Hezîranê demokrasî, aşitî û wekhêvî derbikeve. Li hemberî mezinbûna pirsgirîkên Tirkiyeyê jiyana herkesî di xeteriyê de ye. Ji ber wê tenê rizgariya me demokrasiya radîkal e."   'AKP di çareserkirina pirsgirêkan de têk çûye'   Endama PM a HDP Nurten Ûzûmcû jî bal kişand ser politikaya hikûmeta AKP û got ku bi îttîfakê dixwazin yek hişmendiyê ava bikin û wiha pê de çû;"Ji sala 2015'an hetanî niha gelên Tirkiyeyê 6 hilbijartin derbas kirin. Bi polîtikayên hilbijartinê dixwastin gel di nav pirsgirîkan de bifetisînin. Îlankirina OHAL'ê fermî kirina hişmendiya yekparast bû. Nêzîkbûna hikûmetê ya  li hemberî pirsgirîka kurd dijminahiya wê nîşanî me dide. Ev 3 sal e bi OHAL'ê Tirkiyeyê rêve dibin, êdî divê dawiya vê yekê bihata. Ew jî bi hilbijartinê wê pêk bê. Ji mediyayê bigire heta bi  dadgeriyê her qadek kirin  bin destên xwe. Ji xwe AKP ji ber polîtikayên xwe  hem li qada navneteweyî  hem jî li hundir  têk çûye. Li gel hemû pirsgirîkan Efrîn dagir kirin lê bi ser neketin. Tiştên ku hikûmetê armanc dikirin û dixwast pêk bîne li wir nedît. Hikûmeta AKP'ê di çareserkirina pirsgirîkên navxweyî de têk çû. Îttîfaka AKP û MHP'ê ji xwe ne nû bû. Piştî 15 tirmehê hewldana derbeya leşkerî êdî MHP bûye alîgerê AKP'ê. Ji AKP zêdetir MHP'ê polîtikaya AKP da meşandin. Partiyên siyasî tevan îttîfak pêk anîn, AKP ji xeynî HDP ji herkesî re deriyê xwe vekir.   'Kesên ku vê pergalê naxwazin bila bên cem HDP'ê'   Nurten di dawî axiftina xwe de bang li herkesî kir ku di 24 Hezîranê de xwedî li sindoqan derbikevin û wiha domand:" AKP ji bo ku pergala dagirkeriyê bixe fermiyatê HDP naxwaze. Ji bo wan HDP astengî ye. Di vê salê de herkesî nêrîna hikûmeta AKP a li hemberî tundîya li ser jinan û îstîsmara li dijî jinan û zarokan dît. Kesên ku ji vê pergalê, hikûmetê ne razî ne divê di nav  HDP'ê de cih bigirin. Bi rihê 7 Hezîranê em ê ber bi 24 Hezîranê ve biçin û xwedî sindoqan derbikevîn. Ji bo ku zilm bi dawî bibe, divê em di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û biryara xwe bidîn.