HDP'ê li Enqereyê starta hilbijartinê da 2018-05-11 16:26:36   ENQERE - Li Enqereyê, HDP’ê bi serlêdana dikandarên Haymana re starta hilbijratinê da û di serdanê de hat diyarkirin ku wê bi hev re vê pergalê biguherînin.    Li Enqereyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê da. Heyeta di navê de Parlamentera HDP’a Êlihê Ayşe Acar Başaran jî heyî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çû serdana dikandarên bazara navçeya Haymana ya Enqereyê.    Heyetê di serdana xwe de belavokên wêneyên namzetê Serokomayê yê HDP’ê ya “Tu dikarî” li ser nivîsandibûn belav kirin. Heyet rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Heyetê ji dikandaran xwest di 24’ê Hezîranê de herin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Heyetê destnîşan kir ku wê bi hev re vê pergalê biguherin.   Parlamenter Ayşe Acar Başaran bi dikandarên jin re li hev kom bû û got: “Ji bo jin di civakek azad û wekhev de bijin, em ê bi hev re vê pergela ê biguherîn in.”    Piştî serdana dakandaran, şandeyê Mala Mamosteyan a Haymanayê ziyaret kirin.