‘Elewî wê dengê xwe nedin kujeran’ 2018-05-11 09:05:38   STENBOL - Endama PM'a HDP'ê  û parlamentera berê Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser hesasiyetên civaka Elewî û diyar kir ku  elewî wê li cem kesên li Sêwasê mirov şewitandin, li Mereşê mirov qetil kirin cih negirin û ew ê di 24’ê Hezîranê de jî tercîha xwe di vî alî de bi kar bînin.   Endama PM'a HDP'ê  û parlamentera berê ya Mersînê Çîlem Kuçukkeleş  der barê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de û tercîha elewiyan de nirxandin kir. Çîlemê bi lêv kir ku elewî her tim li cem mazluman bûne û ji ber vê jî wê ji bo serkeftina HDP’ê  bixebitin.   ‘Berpirsên komkujiya Sêwas û Mereşê bûn yek’   Çîlemê daxuyakirin ku AKP û MHP di tifaqê de ne û  xwîna elewiyan li destê MHP’ê ye û wiha got: “Mijara AKP û MHP’ê ya ku tu carî lêborîn nexwestiye heye. MHP ji komkujiya Mereşê berpirs e. AKP partiyeke ku rola wê di komkujiya Sêwasê de heye.  Tifaqa Netew ya CHP, ÎYÎ partî, Saadest û Demokrat ava kiriye jî  pirsnîşanên mezin dihewîne. Em dizanin ku  Karamollaoglu  ji kevneşopiya siyasetek ku bingehê komkujiya Sêwasê daniye tê.  Di hişê elewiyan de şopa nebaş a hemû partiyan heye.”   ‘Pêşdaraza CHP’ê ya li hember HDP’ê çi ye?   Çîlemê bi lêv kir ku di alî elewiyan de rastiyek CHP’ê heye û got: “Pêşdaraza CHP’ê ya li hemberî HDP’ê çi ye gelo? Di alî civaka elewî de pirsa herî zêde tê pirsîn e û pirsa mafdar e.  Ev sê sale partiya herî zêde bedel daye HDP ye.  Nokteya hevpar a elewiyan ligel mazluman cih girtine.   Gelo çima HDP di vê  tifaqê de cih nagire. Ez ji bo hemû partiyên siyasî pêşniyar dikim.  Pirsgirêka herî cidî wek desthilatdariyê meşandina siyasetê ye. Hemû muxalefetê wek AKP’ê xwest HDP di sindoqan de çal bike.  Ev rê tercih kirin.  Lê elewî wê neyên vê lîstikê.  Yên li Sêwasê mirov  zindî şewitandin, nikarin siyasetê bikin.  Wê bersiva vê di sindoqan de bê dan.  Wê ligel kesên li Sêwasê şewitandin cih negirin.”