Dê HDP'yê roja duşemê danezana hilbijartinê aşkere bike 2018-05-10 10:15:20   ENQERE - HDP amadekariyê dike ku roja duşemê danezana hilbijartinê aşkere bike. HDP dê balê bikişîne 'pêvajoya heyî ya tarî' û peyama rizgariya bi hev re bide.    Xebatên derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navber didome. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê roja duşemê li Enqereyê sozê xwe yê hilbijartinê aşkere bike. HDP'yê hem ji bo hilbijartinên serokkomariyê hem ji bo hilbijartinên parlamenteriyê du danezana aşkere bike. Di herdu danezana de dê daxwaza "Demokrasiyê" derkeve pêş.    Li gor nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de derbas dibe dê di civîna ku ji bo kampanyaya namzetê serokkomariyê Selahattin Demirtaş û ji bo hilbijartina parlamenterên HDP'ê, wê bê lidarxistin dê berê danezana ji bo Selahattin Demirtaş bê xwendin. Piştre dê danezana hilbijartinê ya partiyan bê xwendin. Di herdu danezanan de jî dê 'formula rizgarbûyina ji tariyê' derkeve pêş.    Ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî dê gotina "demokratîkbûnê" derkeve pêş.