Li Mêrdînê piştî starta hilbijartinê li Stîlîlê xebat hatin destpêkirin 2018-05-09 15:59:15     MÊRDÎN - Li Mêrdînê piştî starta hilbijartinê hat dayîn gundê Stîlîlê yê Nisêbînê xebat hatin destpêkirin.   Piştî ku vê sibehê li Mêrdînê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn piştî civînê hevkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gundê Stîlîlê yê Nisêbînê di çarçoveya xebatan de bi gel re hevdîtin kir.   Heyeta HDP'ê ku bi konveyek ji bi dehan wesayitan pê dihat ket gund ji aliyê niştecihên gund ve bi lîlandin û çepikan hat pêşwazîkirin û dirûşma "bijî HDP" hat berzkirin. Heyeta ku bi gel re rûnişt pirsgirêkên gel guhdar kir û serdana gora zanayê kurd Musa Anter kir.    Piştî duayên li ser gorê rêz hat girtin û piştre heyet ji gund veqetiya.