Jinên Rihayê wê bersivê bidin kesên destkeftiyên wan xesp dikin 2018-05-09 09:05:01       RIHA - Jinên HDP’ê li Rihayê amadekariyên hilbijartinê bê navber didomînin û gotin wê yek bi yek biçin ber deriyan. Hevseroka DBP’a Rihayê Sema Aîşeoglu got wê li dijî xespkirina deskeftiyên wan di vê hilbijartinê de bersivê bidin.   Li Rihayê jin bi awayekî çalak xebatên hilbijartinê dimeşînin. Hevseroka DBP’a Rihayê Sema Aîşeoglu derbarê amadekariyan de axivî û  got wê di xebatê hilbijartinê yên HDP’ê de cih bigirin û got wê pirnasnamebûna Rihayê li ber çavan bigirin û xebatan bimeşînin. Semayê ev tişt anî ziman: “Mafên ku me bi têkoşîna salan bi dest xistin bi KHK’yan ji destên me girtin. Qeyûm tayîn kirin û hevserokên me ji peywirê girtin.  Midûriyetên jinan hatin girtin.  Niha xebatên jinan asteng kirine û hewl didin destkeftiyên jinan tune bikin.”   ‘Divê pirsgirêkên jinan bên çareserkirin’   Semayê di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku jinên penaber ên ji ber şerê Sûriyeyê koç kirine jî pirsgirêkên mezin dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wek jinek Ereb, dibêjim ku divê em destê xwe bidin jinên koçber bûne. Mêr ji mexduriyeta jinan fêdeyê digirin û pirzewaciyê dikin. Gelek pirsgirêkên ku penaberên jin dijîn hene."    Semayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê di pêvajoya hilbijartin û piştî hilbijartinê de yek bi yek bi pirsgirêkan mijûl bibin û got wê bi jinên HDP’ê re yek bi yek biçin cem jinan.    Semayê bang li hemû jinan kir ku bibin yek û ji vê pergalê re bêjin na.