Pervîn Buldan: Di 24'ê Hezîranê de wê gel ji we re bibêje biçin 2018-05-08 15:29:14   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku di civîna koma partiya xwe de axivî wiha got: "Erdogan manîfesto aşkera kir, gel jî manîfestoya 24'ê hezîranê dinivîse. Em ê bibînin. Wê hem AKP dakeve hem jî enfilasyon. Dema ku AKP biçe wê hemû tişt li cihê xwe bê rûniştandin û bê sererastkirin. Di 24'ê Hezîranê de wê gel ji we re bibêjin biçin."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, derbarê rojeva siyasî de di civîna koma partiya xwe de nirxandin kir.   'Em soza serkeftinê didin'   Pervînê di destpêka axaftina xwe de  Serokên nemir ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi minasebeta 56'emîn salvegera darvekirina wan bi bîr anîn û wiha berdewam kir: "3 şitlên azadiyê di rêya edalet azadî û wekheviya gelan  de canê xwe dan.  Îro rewşa Tirkiyeyê ku niha tê de ye carekedin girîngiya têkoşîna denîzan bi bîra me tîne.  Em axftina Denîz Gezmîş a Dawiyê j vê kursiyê carekedin dubare dikin û dibêjin 'bijî yekitî û wekheviya gelan'. û wan bi bîr tînin.  Em ê şopdarên têkoşîna wan bin û bi ser kevin."   'Gelê me ji bo hilbijartinê amade ye'   Pervînê hilbijartina ku wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Buldan anî ziman kul i gel hemû zext û pêkanînên OHAL’ê gelê wan ji hilbijartinê re amade ye û got: “Di serî de ez gelê me Botan û Serhedê û tevahiya gelê me silav dikim û spasiyê xwe ji wan re dikim. Hezkirinek û eleqeyek ew qas mezin li hember HDP'ê heye, bi gotinan nayê ziman. Ji heft salî heta heftê saliyan gelê me ji zû ve ji bo hilbijartinê amade ye. Gelê me bi çar çavan li benda 24’ê Hezîranê ye. Dê Gelên kurd û Tirkiyeyê di sindoqan de şîmaqê li wan bide. Gel xwe ji bo wê şîmaqê amade dike.”    'Pervîn ev berxwedaneke dem dirêj e'   Pervîn derbarê îtîfakên hilbijartinê de jî nirxandin kir û ev tişt got: " Dê ev îtifaq demokrasiyê nikaribin bînin Tirkiyeyê. Îtifaqa rast û nijadperest li nav hev ketiye. Li aliyê din jî HDP ya ku xeta demokratîk diparêz e HDP heye. Îtifaqên wan îtifaqa tirsê ye. Bi qirîzê hatin dê bi qirîzê biçin. Bila viya her kes wisa zanibe. Van îtifaqên li qadê li hev kirine, îtifaqên li dijî HDP’ê hatine avakirin e. Ji bo em bende derbas nekin û neçin Meclîsê van îtifaqan ava kirin. Lê em ê wan îtifaqan bi hêza cewher a gelê xwe hilweşînin. Dê li hember HDP’ê şerm bikin. Tekane riya bê bijartin û hêviya Tirkiyeyê HDP ye. Em li pey kesî nebeziyan, me bazariya qirêj nekir û helwest û biryara me li holê ye. Îtifaqa herî birûmet a nav kurdan û bi hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê re ye. Tenê ev îtifaqa hilbijartinê ye. Ev îtifaqa têkoşînek domdirêj e. Hefteya bihûrî partiyên kurd di navbera xwe de îtifaqek ava kirin. Ev ji bo îtifaqa neteweyî ya kurd xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ji bo em îtifaqa kurd bikin sazîbûn, berpirsyariya dîrokî ye."   'Ger ku hûn bi xwe bawer in Selahattîn serbest berdin'   Pervîn da zanîn ku namzetê Serokomariyê yê tekane ku dikare pira demokrasî û aştiya navbera gelan ji Edîrneyê heta Colemêrgê ava bike û ku hemû gelên Tirkiyeyê jê hez dikin Selahattîn Demîrtaş e û wiha dewam kir: “Demîrtaş ji aliyê desthilatdariyê ve wek dîl girtiyekî tê ragirtin. Li gel ew di nav çar dîwaran de ye jî hêvî û moral dide her kesî û çareseriyê li pêş dixe. Lê li gel Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar tîne jî bawerî nedaye gelên Tirkiyeyê. Dîl girtina Demîrtaş dîlgirtina bi milyonan hilbijêrên HDP’ê ye. Erdogan dibêje ‘Hilbijartina pêşbaziyek demokratîk e û yên ji xwe bawer in bila bikevin pêşbaziyê.’ Em jî jê dipirsin; hemin wisa yebi hezaran kadroyên partiya me û endamên me çima di girtîgehê de ne û nikarin xebata hilbijartinê birêve bibin. Çim adi girtîgehê de ne? Hûn ji hemû derfetên dewletê sûd werdigirin û propaganda xwe dikin, lê çima namzetê me di girtîgehê de dîl tê girtin? Ji roja nazmetiya Demîrtaş aşkere bû şûn ve divê bigîhişta azadiya xwe û bi hilbijêrên xwe re mil bida milê hev û pêvajoyê birêve bibirina. Heke ku hûn ji xwe bawer in, natirsin birêz Demîrtaş berdin."   'AKP xwe dubare dike'   Pervîn  bal kişand ser manîfestoya hilbijartinê ya AKP’ê û got ku yên ku rûxandinê pêk anîn niha jî dixwazin bi manifesto ango bi heman gotinên xwe yên 16 salan xwe ji vê enqazê rizgar bike. Pervîn got ku bajarên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Efrînê wa li ber çavan e û di 24’ê Hezîranê de dê gel dersa pêwîst bide. Pervîn deshilatdariya AKP’ê şiband qasetên xerabûyî yên teyibê û anî ziman ku AKP mîna qasetên xerabûyî bandê wan xwe ji nû ve dubare dike.    'Em ten nakin serok'   Pervîn diyar kir ku her çiqas Erdogan gotinên ji bo demokrasiyê bike jî lê dê gel di 24’ê Hezîranê de fîşê wan bikişîne û bêyî HDP’ê parlamento nabe û tekane riya rizgariya ji AKP’ê ew e ku gel xwe li dora HDP’ê û Demîrtaş bike xelek. Pervîn gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax bigerin û xebatên birêve bibin. Em ê bi rihê 7’ê Hezîranê serkeftinê bi dest bixin. Guhertina vê pergala xerab di destê gel de ye. Tu dikarî biguherîne. Em jî sond dixwin û ji Tayyîp beg re dibêjin em ê ne seroktiyê û ne jî 400 wekîlan bidin te. Ji bo em vê soza xwe bicih bînin, ez bang li hemû hilbijêran dikim bila qeyda dengê xwe lêkolîn bikin û serlêdanên pêwîst bikin.”