Pîrebokên Kampusê:Em ê di 24'ê Hezîranê de xeta têkoşînê ava bikin 2018-05-08 09:04:08   STENBOL - Pîrebokên Kampusê diyar kirin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de xeta têkoşînê ava bikin û gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku ne di 24’ê Hezîranê de,  di 25’ê Hezîrana ku dibe destpêka jiyanek nû xwe birêxistin bikin.”   Pîrebokên Kampusê ku li zanîngehan xwe rêxistin dikin, diyar kirin ku ew di vê hilbijartina pêşwext de piştgiriyê didin polîtîkayên piştgiriyê didin jinan. Ji Pîrebokên Kampusê Îpek Karanfîl daxuyakirin ku li Tirkiyeyê pêvajo zû pêş dikeve û desthilatdariyê hilbijartina pêşwext wek çareserî dîtiye û wiha pê de çû: “Hilbijartin ji bo kesên li Tirkiyeyê dijîn soza çareseriyê nade. Bê guman em ê mafê xwe yê demokratîk dengên xwe bi kar bînin. Em ê bixebitin. Lê şêwaza me ya xebatê ji rêxistinkirina 24’ê Hezîranê wêdetir, rêxistinkirina 25’ê Hezîranê ye.”   ‘Ev destilatdarî êdî ne rewa ye’   Îpekê destnîşan kir ku AKP bi hilbijartinê hedef dike ku cihê xwe biparêze û ev tişt bi lêv kir: “Ew wek berê dibêjin wê bi fen û lîstikan werin ser desthilatdariyê. Lê ew jî dizanin ku êdî ne rewan e. Ev desthilatdarî êdî ne rewa ye. Heta dikarin bila bidizin lê em jin ne li alî wan e û dengan nadin wan. Me wek jinan polîtîkayên azadiyê ji nû ve nivîsiye. Em bang li hemû jinan dikin ku ne di 24’ê Hezîranê de, di 25’ê Hezîranê de ku wê bibe destpêka jiyanek nû xwe rêxistin bikin. Em ê wekî jin têkoşîna xwe bidomînin.”   Endama Pîrebokên Kampusê Dîlan Îpek jî anî ziman ku wê di pêvajoya hilbijartinê de xeta têkoşîn û xebatê ava bikin û got ew bang li hemû jinan dikin ku li qadan têbikoşin û xeta têkoşînê ava bikin.