Seroka Giştî ya EHP’ê: Di tura duyem de Selahattîn Demîrtaş dikare bibe çareserî 2018-05-08 09:01:05   Evrîm Kepenek   STENBOL - Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de nirxandin kir û diyar kir ku namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş, niha di girtîgehê de ye û got ev yek şerma ‘qesrê’ ye. Sibelê anî ziman ku di tura duyem de çareseriya muxalefetê dibe ku Selahattin Demîrtaş be.   Hilbijartinên 24’ê Hezîranê di rêza herî girîng a rojevê de cihê xwe girt. Ligel tifaqa AKP-MHP’ê ‘tifaqa cumhur’ û tifaqa ji aliyê CHP-ÎYÎ Partî- Partiya Saadetê û Partiya Demokratîk ve hatiye amadekirin ‘tifaqa gel’, aliyên çep, sosyalîst û demokratîk jî li cem HDP’ê cih girtin û namzetê wan Selahattîn Demîrtaş e.   Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun derbarê xebatên hilbijartinê de nêrînên xwe anî ziman û  diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de muxalîf ji hev re nebin muxalîf û hemû li dijî rejîma OHAL’ê bibin muxalefet û got di tura duyem de Demîrtaş dikare bibe çareserî.   ‘Rêjeyên mezinbûnê rastiyê nîşan nadin’   Sîbelê desthilatdarî wek ‘AKP-QESR-MHP’ bi nav kir û got wan texmîn dikir ku wê ew biryara hilbijartina zû bidin, lê nedifikirin ku hilbijartina serdegirtinê be û got: “Welat ji asta ku bê bi rêvebirin derketiye. Biryara hilbijartina serdegirtinê girêdayî  ku desthilatdarî di bin zexta enflasyonê de ye. daneyên aborî qet sererast nebûn.  Civak êdî nikare debarê bike.  Wezîrê aboriyê Mehmet Şîmşek dibêje ‘ bi biryara hilbijartinê nezelalî bi dawî bûye’.  Lê mixabin aboriya welat têk çûye û rêjeyên mezinbûnê rastiyê nîşan nadin.”   ‘Biryarek lez girtin’   Sîbelê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bêpergaliya polîtîkaya derve jî destê rêveberên welat girêdaye û wiha pê de çû: “Bi pirsgirêkên di polîtîkaya derve de ava kirine, niha li xwe dixin.  Kes êdî ji xwe prîmê nade wan.  Bi lez û bez jî biryara hilbijartinê girtin.  Hilbijartinên referandumê jî di bin OHAL’ê de pêk hatin. Muxalefetê wek wê demê seknek demokratîk nîşan da.  Li dijî pergala yekparêz eniya na ava bû.  Yên di vê hilbijartinê de dibêjin ‘me bê amadekarî bi wan girt’ , bi xwe tengezar bûne. Her kes wê derbarê nazmetên xwe de siyasetê hilberîne. Her kes wê li qadan diziya xwe biaxive.  Her kes wên naqokiyên xwe vebêje. Ez hawirek baş û bi hêvî dibînim.”   ‘HDP nebe, nabe’   Sîbelê balkişand ser serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lîstikên wan ên bêdengkirina Demîrtaş û HDP’ê xera bûn. Namzetiya Demîrtaş gelek girîng e. Aktorê 7’ê Hezîranê ji nû ve dertê ser sahneyan. Bêguman desthilatdarî, qesr û MHP naxwaze. HDP di nokteyek girîng de disekine.  Ji her alî mirovan got ‘HDP nebe, nabe’. Ev gelek girîng û watedar e.”   ‘HDP dikare bibe çareseriya muxalefetê’   Sîbelê di dawiya axaftina xwe de got di tura duyemînde HDP dikare bibe çareseriya muxalefetê û wiha got: “Namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye şerma ‘qesrê’ ye. Em xebatên xwe yên ku her kesî hembêz dikin berdewam bikin. HDP tu car ji derveyî meclîsê wê nemîne. HDP wê rola xwe ya girîng a li meclîsê bidomîne. Divê em xwe bigihînin her derê û her malê.”