EHP û SMF jî dê ji bo hilbijartinê piştgiriyê bidin HDP'ê 2018-05-05 11:55:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî EMEP'ê, EHP û SMF'ê jî biryar dan ku ji bo hilbijartina di 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ku di Grtîgeha Edîrneyê tê girtin.    Piştî Partiya Kedê  (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF)  jî biryar dan ku ji bo hilbijartina di 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ku di Grtîgeha Edîrneyê tê girtin. Federasyona Meclîsên Sosyalîst got "Ji bo em xewnên Erdogan ên yekzilamiyê wergerînin kabûsan û ji ber ku Kurd her dem bi zext û zordestiyên mezin rû bi rû dimînin em ê piştgiriyê bidin HDP û Selahattin Demirtaş."   'Bila îktidar amade be ew ê di 24'ê Hezîranê de têk biçe'   EHP'ê jî wiha got:"Em ê di hilbijartinên ji bo serokkomariyê ji bo Selahattin Demirtaş bixebitin. Em bi kesên ku dev ji têkoşîna wekheviyê û demokrasiyê bernadin re bixebitin. Em dikarin bi milyonan kesê ku ketine tevgerê re ji Erdogan rizgar bibin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Bila îktidar amade be ew ê di 24'ê Hezîranê de têk biçe."