HDP'ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir: Kurdan yekîtîya xwe ava kirin 2018-05-04 18:37:13       AMED - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş e û got:"Gelê Kurd li ser vê erdnîgariyê bi salan e ku bedelên mezin didin. Kesên ku bi salan e Kurd nedîtin û ew wekî muxatap negirtin bila vê yekê baş bîbînin ku gelê Kurd ne tenê ne û yekîtiya xwe ava kirine. "   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzetê Serokkomarê xwe li Demir Otelê ya li Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere kir. Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Bi te wê biguhere" hat kirin. Hevserokê Şaredariya Mêrdîn a ku kayyim hat tayinkirin, Ahmet Turk, Parlamenterên HDP'ê, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Platforma Jinên Kurd, Platforma Demokratên Kurdistanê (KDP), Tevgera Îslamê ya Kurdistanê (Tevgera Azadiyê), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Ta), Tevgera Jinên Azad (TJA), û rêxistinên Saziyên Civakên Demokratîk beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Li eywana ku coşek mezin desthilatdar bû wêneyên Selahattin Demirtaş hat aliqandin.    Berî daxuyaniyê sînevizyona ku axaftinên Selahattin Demirtaş tê de hebû hat temaşekirin. Sinevizyon tevî tilili û çepikan hat temaşekirin.    'Cihê ku gelê Kurd tunebe li wir demokrasî jî tuneye'   Di destpêkê de Ahmet Turk axivî û got:"Em ne ji bo makam û mewkiyê ji bo xizmeta gel têdikoşin. Îro Selahattin Demirtaş jî ji bo têkoşîna azadî û têkoşînê bûye namzet. Em ji bo demokrasiyê bi salan e têdikoşin. Gelê dê di 24'ê Hezîranê de bersiva xwe bide. Cihê ku gelê Kurd tunebe li wir demokrasî jî tuneye."   'Bi biryara hevpar a partiyên Kurd hat hilbijartin'   Pervînê diyar kir ku ev ragihandina li ya li Amedê gelek girîng e û got:"'Bi biryara hevpar a partiyên Kurd Selahattin Demirtaş hat hilbijartin. Tifaqa gelê Kurd gelek girîng e."   'Divê Gelê Amedê li Selahattin Demirtaş xwedî derkeve'   Pervînê got:"Em wekî gelê Kurd her dem bi failî meçhûlan rû bi rû man. Em li zindanên Amedê bi îşkenceyên mezin rû bi rû man. Lê em tu carî teslîm nebûn. Namzetê me yê Serokkomariyê zarokê Amedê ye. Divê Amedî li Selahattin Demirtaş xwedî derkeve."   'Divê Selahattin Demirtaş demildest bên berdan'   Pervînê wiha domand:"Divê ev neheqiya ji holê rabe û Selahattin Demirtaş demildest bê berda."   Daxuyanî piştî peyama Selahattin Demirtaş bi dawî bû.