Ciwanên Şirnexê: Ji kesên bajarê me tune kirin re deng tune ye 2018-05-04 09:03:53   ŞIRNEX - Ciwanên Şirnexê diyar kirin ku encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê li ba wan diyar in û gotin: “Em dengan nadin kesên bajarê me şewitandin. HDP wê 4-0 bi ser keve.”   Ji bo hilbijartinên serokomar û parlamenteriyê demek kêm maye. Yek ji bajarên Kurdan Şirnex ku xwedî potansiyela dengên girînge û bi biryareke ku kevneşopiya xwe xera neke tevdigere.  Ciwanên ku di pêvajoya rêveberiyên xweser de  tevî şewitandin û hilweşînê bajar terk nekirin dibêjin: “Ji bo me encam ji niha de diyar e.”   ‘Biserketina HDP’ê li Şirnexê bû kevneşopî’   Zîlan Îrmez bi lêv kir ku gelê Şirnexê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û ev tişt anî ziman: "Biserketina HDP’ê êdî li vir bûye wek kevneşopiyekê. Em ê 4 parlamenteran derxînin. Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin û bi ser kevin.”   ‘Em dengan nadin kesên bajarê me dişewitînin’   Sebahat Îşlek jî anî ziman ku yekane partiya nêzî gelê Şirnexê HDP ye û got ew tenê wekhevî, aştî, aramî û demokrasiyê dixwazin û diyar kir ku yekane partiya vê pêk bîne HDP ye. Sebahatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP her tim kurdan qebûl nake. Ji bilî vê tiştekî nake. Her tim ezyet li gelê kurd dike. Li Şirnexê hemû xanî hatin hilweşandin. Bi vî awayî aramî pêk nayê. Dixwazin me li TOKÎ’yan bi cih bikin.  Em dengan nadin kesên bajarên me şewitandine. Ji ber welatiyên vir dibêjin HDP.”   ‘Yekane encama ji vir derket ev e: HDP’   Şîlan Îrmez jî daxuyakirin ku zilma AKP’ê herî zêde xwe li Şirnexê daye xuyakirin û got tifaqa bi MHP’ê re kiriye jî heman armancan hedef dike. Şîlanê di dawiyê da zanîn ku yekane encama hilbijartinê ya li Şirnexê derkeve holê HDP ye.”