Ji jinên Turkmen banga 24'ê Hezîranê:Dengê xwe nedin xwînxwaran 2018-05-04 09:01:16   ŞEHBA - Jinên Tirkmen ên ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî Kantona Şehbayê bûn bang kirin ku kesek dengê xwe nedin Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan. Jinan gotin:"Kesên ku rayê xwe bide yekî xwînxwar ew ê bibe hevalên wî. Divê berê jin li dijî dîktatorê xwînxwar derkevin. Em wekî jinên Tirkmen tu carî baweriya xwe bi Erdogan nînin. Dengê xwe nedin xwînxwaran."   Jinên Tirkmen ên ku di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê ji Efrînê koçî Şehbayê kirin bertekên xwe yên li dijî êrîşan û Erdogan nîşan dan û gotin:"Em ji DAÎŞ'ê reviyan û em hatin Efrînê lê Efrîn jî bû hedefa Tirkiyeyê."   Hatice Îbrahîm bi lêv kir ku ew li Efrînê bê tirs û rehet dijiyan û got:"Ez wekî jinek Tirkmen ji vir bang li Erdogan dikim; Em ji te natirsin. Te ne got jin ne got zarok, te hemû kes qetil kir. Tu yekî ji mirovatiyê dûr î. Saddam Huseyîn jî wekî te dîktator bû lê me dît ku dawiya wî çawa bû, ew ê aqubeta Seddam li serê te jî be."   'Ji me dûr bisekine em tiştekî din naxwazin'   Haticeyê bang li Erdogan kir û got:"Tu ne bira ye tu neyar e. Kesên ku neyarê mirovan be nikare behsa wekheviyê bike. Tu li her derê êrîşî gel dike, dawiyê jî tu behsa wekheviyê dikî. Te û çeteyên xwe we êrîşî Şehbayê kirin em reviyan Efrînê, niha jî we êrîşî Efrînê kir em reviyan Şehbayê. Em her dem ji neyartiya te direvin. Ev yek dê heta ku derê bidome? Dema ku tu neyartiyê li em dike, çi dikeve destên te? Tu ji turkmentiyê û ji mirovan dûr bikeve em wekî din tiştekî ji te naxwazin."   Leyla Hisen wiha got:"Em Erdoganê dijminê jin û zarokan di jiyana xwe de naxwazin. Me li Şehbayê ji Erdogan û çeteyên wî gelek zilim dît. Heta em sax bin em wê zilmê ji bîr nakin. Dev ji gotina 'Ez ê ji xwişk û birayên xwe yên tirkmen re dewletekê ava bikim' berde. Em naxwazin bi te re li heman cîhanê jî hilmê bistînin. Ez wekî jinek Tirkmen dibêjim ku em bi te re nikarin bibin xwişk û bira. Çimkî tu kujerê zarok û jinan e. Em wekî jinên Tirkmen dibêjin ku ji me dûr be wekî din em tiştekî din ji te naxwazin."   'Bila Tirkmen dengê xwe nedin AKP'ê'   Cihan Hesen jî bal kişand ser hilbijartinên pêşwext û got:"Divê Tirkmen rayê xwe nedin AKP'ê. Divê kes rayê xwe nede kujerê zarokan Erdogan. Bi her rayekî ku hûn bidin Erdogan dê bibe sedema kuştina zarokekî. Kesên ku dengê xwe bide yekî xwînxwe hevalê wî yekî ne. Divê di serî de jin li dijî dîktatorê ku dilê jinan dişewitîne, serî hildin. Em wekî jinên Tirkmen tu carî baweriya xwe bi Erdogan nînin. Kesê ku dijminê mirovahiyê ye divê em dengê xwe nedin wî kesî. Hemû kes dizane ku Erdogan kujerê zarokan e, wê hemû kes çawa dengê xwe bide Erdogan?"     'Hilbijartinên ku li Tirkiyeyê çê dibe ji bo komkujiyan e'   Ebir Musa jî wiha got:"Hilbijartinên ku li Tirkiyeyê çê dibe ji bo komkujiyan e. Ez bang li hemû jinên Tirkmen û yên bi wicdan dikim ku kesek dengê xwe nedin Erdogan. Divê hemû jin di hilbijartinê de dest bidin hev û nehêlin ku Erdogan bi ser bikeve. Em wekî jinên Tirkmen Erdogan baş nas dikin. Loma em baweriya xwe bi wî nînin. Divê kes jî baweriyê bi wî nînin."