Fatma Bostan Unsal: Divê rêveberiya ‘terorîstan' digihîne bê lêpirsînkirin 2018-05-03 09:12:58   Habîbe Eren   ENQERE - Fatma Bostan Unsal diyar kir ku ger li vî welatî 250 hezar girtî hebin wê demê pirsgirêkek cidî heye û got rêveberiyek evqas terorîst û xayînan digihîne divê bê lêpirsînkirin.  Fatmayê her wiha da zanîn ku kes naxwaze li welatê ku bi mîlyonan terorîst lê heye, bijî.   Yek damezerînerên AKP’ê nivîskar û parêzvana mafê mirovan Fatma Bostan Unsal der barê hilbijartin û tifaqên hatiye kirin de axivî.   *Bandorên ku desthilatdarî bir hilbijartinê çibûn?Bi OHAL’a ev du sale didome çi hat jiyîn? AKP bi vê hilbijartinê aloziya çi dijî?   Di her astê de pirsgirêk cidî hene. Em dizanin ku ev pirsgirêk di asta herî jor de tên jiyîn. Serokkomar Erdogan ev gotiye; Li cihekî zêde edelet hebe li wir zilm heye.  Berê jî bi dehan carî gotiye ew ji pergalê nerehete. Berê wisa bû;Ger di rêveberiyê de pirsgirêk hebûya zilm hebûya raste rast berpirs desthilatdariya siyasî dihat nîşan dida.  Dema mirov di OHAL’ê de li van pirsgirêkan binêrin,  ger Tayyîp Erdogan jî behsa vê bike mirov dibînin ku pirsgirêk hene. Divê em vê qebûl bikin. Navê vê berpirsyariya siyasî ye. Rêveberiya ji vê gilî dike, tişta divê bike îstîfakirine. Divê KHK’yan bibînin. Di vî alî de hilbijartina zû dereng maye divê di 15’ê Tîrmehê de bihata kirin.    *Hun tifaqa AKP û MHP’ê çawa dinirxînin? Li dijî vê tifaqê partiyên muxalefetê jî ketin lêgerîna tifaqê? Ev wê bandorek çawa li encamên hilbijartinê bike?   AKP divê partiyek bigirta cem xwe. Ji ber divê ji sedî 50+1 bûna.  Hewcedariya MHP’ê jî bi tiştekî wisa hebû. Sedema hilbijartina zû ev bû ku pêşî li ÎYÎ Partî bigirin ku nekeve hilbijartinê. Em dizanin ku YSK jî rastî zextan tê.   *Bê navber tê ziman ku wê Kurd qedera hilbijartinê diyar bike.Tevî êrîşên zêde bûne rola hilbijêrên Kurd wê çawa be?   Bi KHK’a OHAL’ê re guherîna Destura Bingehîn hat jiyîn. Destnedana hemû parlamenteran hat rakirin.  Van dijhiqûqiyan herî zêde bandor li siyasetmedarên Kurd û Kurdan kir.  Li bajarên Kurdan rewabûna siyasetmedarên Kurd bi awayekî cidî hatiye lêpirsînkirin. Ev jî di alî Tirkiyeyê de rewşek gelek ne başe.   *Ji hilbijartinê re çend ji du mehan kêmtir ma.Hun vê rewşê çawa dinirxînin?   Em dengê jinan nabînin. Ez jinê wek riya ji pergalê derketinê dibînim. Demokrastî pergalek rêveberiyê ya muxatab û raqîb wek dijmin nayê dîtinê ye. Dema mirov li gotinan dinêrin raqîb wek ‘dijmin’, ‘terorîst’ tê dîtin. Divê Tirkiye bi lez ji vê hawirê derkeve.  Di vir de gotinên jinan pir girtîgin.    *Tirkiye di siyaseta hundir û derve de têkçûnê dijî.  Li dijî aliyan êrîşên cidî hene. Hun fikara desthilatdariyê ya di hilbijartina zû de çawa dibînin?   Ger mirov ji kesên herî jor yên pergala siyasî nerehet bin, ev nîşanaya vê ye.  Ev mînaka ku her tişt berbi başiyê ve naçe nîşan dide.  Di vir de tişta em bêjin berpirsyariya siyasiye. Di civakê de kesên bi rêve dibin berpirsin.  Ji başî û xerabiyên wir berpirsin. Lê başiyên xwe baş dibêjin.  Pir û balafirgeh hatine çêkirin lê ger li welatekî 250 hezar girtî hebin wê demê pirsgirêkek cidî heye.  Ji dema AKP hatiye desthildariyê tê gotin ku hejmara girtiyan 50 hezare lê niha 250 hezar kes girtîne. Ev çawa wisa bû? Der barê gelek kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin doz hatine vekirin. Rêveberiyek ku evqas ‘xayîn’ û ‘terorîstan’ digihîne hebe wê demê mirov divê lêpirsin bike.   Kes wê nexwaze li welatekî ku bi mîlyonan terorîst heye bijî.