Li Îzmîrê Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinê ya Bajêr hat avakirin 2018-05-02 16:51:06   ÎZMÎR - Pêkhateya jinên HDP'ê û TJA'yê Li Îzmîrê Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinê ya Bajêr ava kirin û starta hilbijartinê dan.    Meclîsa Jinê ya Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya partiyê civîn li dar xistin û ragihandin ku wan Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinê ya Bajêr ava kirine. Hevseroka HDP'ê ya navçeyê ya Îzmîrê ku ew jî di nav koordinasyonê de ye, Semra Uzunok got:"Polîtakaya AKP'ê ya jinan li holê ye. Ger bi sîstema fermuarê ger bi sistema hevserokatiyê HDP partiya jinan e. Jin divê li partiya xwe xwedî derkevin."   Endama PM'a HDP'ê Arife Çinar jî anî ziman ku HDP ji bo hilbijartinê amade ye û giringiya jinê ya di partiyê de anî ziman. Arîfe got:"Ji bo gihaştina jinan divê bingehek bê avakirin. Piştî 7'ê Hezîranê AKP dixwaze sistemek nû ava bike ev yek jî êrîşek li dijî jina ye."   'Wê bi zimanê jinê êrîşên li dijî jinê teşhîr bibe'   Endama PM'a HDP'ê Gulay Gun Bilici wiha got:"Girtiya dengan girîng e lê sekinandina li dijî desterkirina mafên jinê û êrîşên sîstemê jî girîng e. Di vî warî de divê zimanê jinê bê bikaranîn. Wê bi zimanê jinê êrîşên li dijî jinê teşhîr bibe."