Fîlîz Kerestecîoglu: Li cihê ku tifaqa jinan hebe wê kî guh bide tifaqa cumhur 2018-05-02 14:47:01   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu  derbarê tifaqên hilbijartinê de nirxandin kir û got,"Li cihê ku tifaqa jinan û ya kêdê hebe wê kî guh bide tifaqa cumur.  Wê niha du tifaqên rastgir bikevin pêşbirkê. Ew li aliyekî û HDP jî li aliyekî ye."   Sorkwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu. Cihvêna çapemeniyê ku li meclisê li dar xist derbarê rojevê de nirxandin kir.  Fîlîz di serî de pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya ku duh hat kirin nirxwnd û got,"provaya piştî 24'ê Hezîranê hat kirin. Gelan duh li qadan provaya ku em çawa dikarin bi hev re bijîn, dost bimînin û govendê bigirin kirin."     Fîlîz Kerestecîoglu di destpêka axaftina xwe de 1'ê Gulanê careke din pîroz kir û bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê yên gel, kuştinên li cihê kar  û wiha got: "Ji bilî qedandina êşên heyî daxwazeke me nîne. Em welatekî bi derewan têbirêvebirin naxwazin. Welatekî ku bi mejiyekî kolektîf, bi dostanî û piştgiriyê tê birêvebirin li me tê.  24'ê Hezîranê wê bibe dema vê guhertinê û wiha dewam kir: "Wê bibe hîmekî bingehîn ê dîroka me ya demokrasiyê. Kesekî ku hurmetê nîşanî nêrîn û baweriya hemû welatiyan dide û bi gel re welêt bi rê ve bibe, wê were hilbijartin. Tîpên destpêkê yên nav û paşnavê wî jî dibe ku S û D bin."   'Dem dema azadiyê ye'   Der barê tifaqa "partiyên mûxalefetê" de Fîlz ev nirxandin kir, "Dema ku em berê xwe didin wî alî, em tifaqên rastgir dibînin. Li naverastê partiyeke sosyal demokrat heye, lê ev partî bi rojane qala Iyi Partiyê dike û dibêje 'Iyi Partî HDP'ê naxwaze'. Lê me îro dît ku dixwazin tifaqeke li derveyî HDP'ê çêbikin. Ev tifaq kê transfer dike bila bike, dixwazî Che Guevera, dixwazî mesajê ji xwişka wî re bişîne, wê tiştek neguhere û weke tifaqeke rastgir bê dîtin. CHP li hilbijêrên çep qedexe bûye. Eger partiyek ji xwe re dibêje 'sosyal demokrat e' wê çaxê partiya ku divê pê re tifaqê bike pêwîste li aliyê çepê be. Eger hûn bi Wezîra Karên Hundir a salên 1990'î, li ser gumana bûyerên li Sêwasê tifaqê bikin hingî hûn bi tifaqa rastgiran dikin. Me gotibû, li cihê ku tifaqa jinan, tifaqa kedê hebe, tifaqa cûmhûr ne xema kesî ye. Niha jî du tifaqên rastgir wê li ber hev bidin. Ew li wir, HDP jî li vir e."   'Partiya çep HDP'yê'   Fîlîz Kerstecîoglu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo wan wê benda hilbijartinê tu carî nebe pirsgirêk û got, "Yekane partiya çep a li Tirkiyeyê HDP ye. Hemû dengên çep wê ji HDP'ê re bên."