Peyama jinên Sûrê: Çiqas hilweşînin û bişewitînin jî em ê bi ser bikevin 2018-05-01 09:02:17   Şehrîban Aslan   AMED - Li Sûra ku hilweşîn berdewam dike jinan balkişand ser hilbijartina pêşwext û gotin: “Bikujin, hilweşînin û bişewitînin jî em ê bi ser bikevin. Qiyamet jî rabe em ê dengên xwe nedin Erdogan.”   Li Sûra ku qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê pêk hat, hilweşîn hîn didome. Jina bi navê Hanim Karakurt a li Sûrê dijî, diyar kir ku di pêvajoya pevçûnan de neçar maye ji taxê derkeve û got her tiştê wê hatiye talankirin. Hanim a ku di xaniyekî biçûk de bi zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide  derbarê hilbijartinê de wiha got: “Ez bawer im ez tenê li dijî xizaniyê tênakoşim. Li Sûrê xaniyê min hebû. Lê ji ber pevçûnan em derketin. Xaniyê niha tê de me ne xani ye. Xizanî zêde bûye. Ji bo krîzê veşêrin biryara hilbijartinê girtin. Ji xwe krîz hebû ev biryar wê krîzê mezintir bike. Divê gelê Kurd ji neheqiyê re bêjin na. Ne ew, em ê bi ser bikevin.”   ‘Biryara hilbijartinê jiyan zehmet kir’   Berîvan Karakurt jî destnîşan kir ku ew jî zorê ji cihê wan hatine kirin û ev tişt bi lêv kir: “Xaniyê me bombe kirin. Keça min salek û nîv bû bombe avêtin mala me. Ji ber vê em ji taxê derketin. Em azadiya xwe dixwazin. Em dixwazin ji hemû nebaşiyan re bêjin ‘na’. Biryara hilbijartinê her tişt zehmetir kir. Em bi hêvî ne ku HDP vê hilbijartinê qezenc bike.”   ‘Wê Kurd bi ser bikevin’   Nefîse Sevîlmîş a li Sûrê derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe wiha vegot: “Her kes dizane hilbijartinê ji bo xwe çê dikin. Lê ji bo me ferq nake û aliyê ku dê bi ser bikevin,  em in.  Rêberê Gelê Kurd, hevserok, hevşaredar û parlamenterên me di girtîgehê de ne. Îşkence û pêkanînên nedirê de kirin. Ger wijdan hebe hemû kes divê dengê xwe bidin HDP’ê.”   Saniye Karayol jî got: “Ez dengê xwe nadim Erdogan. Her sal xwîn dirêje. Ev der hilweşand, ev jî têr nekir êrîşî Rojava kir. Ciwanên me hemû betal in. Em ê tenê ji bo vê jî dengan nedin Erdogan.”