Meral Daniş Beştaş: Siyaset divê di şertên wekhev de bê kirin 2018-04-30 15:53:35   ENQERE - Serokwekîla  Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got “Siyaset ne li eywanên dadgehan, li qadan û di şertên wekhev de tê kirin. Heke cesareta we hebe ku hûn Demîrtaş li qadan bibînin divê hûn wî serbest berdin.”   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş îro piştî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da.   'HDP hêvî û cesaret e'   Sebahat diyar kir ku ew ê li dora Demîrtaş bibin yek û got; “Di 24’ê Hezîranê de em ê azadiya hemû kesan pêk bînin, ew ê gel vê azadiyê pêk bîne. Desthilatdarî hewl dide li pêşiya dadgehan, bi domandina darizandinan me biştexilînin, lê ew şaş in. HDP hêvî û cesaret e. Em ê bi hêvî û cesareta xwe bi ser bikevin. We hemûyan tabloya li hundir dît. Tişta ku me li wê derê dît, ne eywana dadgehê bû. Ev ne darizandin bû, heyeteke ku ji 3 kesan pêk tê hewl dida fermana ku ji wan re hatibû dayîn, bi lez bi cih bînin. Ez keseke hiqûqnas im û nikarim ji vî tiştî re bibêjim darizandin.”   'Ev tişt di dîroka hiqûqê de tune ye'   Sebahat anî ziman ku, ligel ku Sirri û Selahattîn hê parastina xwe nekirine, heyetê diyar kiriye ku ‘parastin hatiye kirin’ û ev tişt di dîroka hiqûqê de tune. Meral wiha berdewam kir “Hevalên me dîl in. Tu wateya nedayîna mafê axaftinê tune ye. Bi belgeyan me îspat kiribû ku tê gotin ‘Demîrtaş dernexînin dadgehê’, têkildarî van belgeyan hê jî Wezîrê Edaletê tu daxuyanî nedaye.”   'Darizandin û siyaset ji hev cuda ne'   Sebahatê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser cudahiya darizandin û siyasetê ya ji hev û ev tişt got “Darizandinê nexin nav siyasetê, siyaset ne li eywanên dadgehan li qadan tê kirin. Heke cesareta wê heye ku Demîrtaş li qadan bibînin, wî serbest berdin.”   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di dema Hîtler de jî ferman ji dozgeran re nedihat şandin û got, “Li Tirkiyeyê rewşeke kambax heye. Tu darizandin jî pêk nayê.”