Pervîn Buldan:Wê AKP hesabê zilma kiriye bide 2018-04-19 15:03:05   ÎZMÎR – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan a ku li Îzmîrê starta hilbijartinê da, destnîşan kir ku 24 hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek e û got: “Armanca me ew e ku em di hilbijartinên Serokomariyê ya tûra yekemîn de bi serbikevin. Ji bilî serkeftinê tu şansê me nîne.”    Hevseroka  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pêre li Îzmîrê starta Hilbijartina Zordest dan. Pervînê û heyeta pê re li Navenda Kognreyê ya Tepekule li gel nûnerên saziyên civakî kom bûn. Gelek rojnamegeran jî civîn şopandin. Pervîn diyar kir ku Tirkiye di her warî de qeyranê dijî û got: “Li Tirkiyeyê di pêvajoyek qeyrana siyasî, aborî û civakî dijî re derbas dibe. AKP'a ku Tirkiyeyê birêve dibe ji bilî zilmê, qeyran û rageşiyê tiştek ji gel re nekiriye. AKP jî û yên beriya AKP’ê jî her tim li dijî kurdan zilm kirine û kurd tune kirin e. AKP neçar e hesabê vê zilma kiriye bide.”    Pervînê bi bîr xit ku AKP di her hilbijartinê de bi dizî û dek û dolaban bi ser ketiye û wiha got: “Êdî gel ji AKP’ê bêzar û aciz bûye. Êdî hatiye wê astê ku AKP nikare welat birêve bibe. Ji bo zilam bi dawî bibe, 24’ê hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek dîrokî û girîng e. Em bi hilbijartinek dixwaze çarenûsa gelên Tirkiyeyê tayîn bike  re hevrû ne. Li Îzmîrê jî rewşa bajêr a siyasî, civakî, aborî, ekoloji û her mijarê li ber çavan e. Peywîrek dîrokî dikeve ser milê îzmîriyan û pêwîste berpirsyariya xwe bi cih bînin."    'Dema serkeftinê ye'    Pervîn anî ziman ku HDP di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi hêviya ku baweriyê dide gelê xwe derdikeve rê û wiha got: “HDP bi wadên hêvî û aramiyê derket rê. Niha jî dema serkeftina bi hevre ye. Dem dema têkoşîna demokrasî û yekgirtinê ye. Me bernameyek daniye pêşiya xwe. Armanca me ew e ku em di tûra yekemîn de bi ser bikevin daniye pêşiya xwe. Partiya me tenê ne partiya kurdan e, partiya hemû gelan, kedkar, karker, ciwan û jinan e. Armanca me mezin e û ji bilî serkeftinê tu şansê me nîne.”    Piştî axaftina Pervînê cîvîn ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.