Pervîn Buldan: Kurd wê li dijî zilmê yekitiya xwe ava bikin 2018-04-17 14:23:07   ENQERE - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û got: “Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.”    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna heftane ya partiya xwe ya li Meclîsê axivî. tevlibûneke zêde ji bo bernameyê hebû û hevserokên bajaran ên HDP’ê û gelek rêveberên HDP’ê ji bajarên cuda hatin tevli civînê bûn.    Pervînê di axaftina xwe de behsa serdanên heyeta HDP’ê yên li Herêma Federal a Kurdisanê kir û got: “Em di serdanê de bi partî û saziyên civakî re hatin gel hev. Hevdîtinên me pêk anî gelek girîng bûn. Dixwazin gelê kurd bi tevahî tasfiye bikin. Dixwazin wan derveyî siyasetê bihêlin. Di serdemek wiha de ev serdan gelek gelek girîng e. Di her serdana me de me û saziyên me yên Başûr ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd nêrînên xwe girîng û dîrokî anîn ziman. Me hemûyan destnîşan kir k udi vê serdemê de yekîtî û hevgirtina gelê kurd çiqas pêdiviyek bingehîn e û pêwîste kurd bi her cûre komkujiyê re gotina xwe bîne ziman.  Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.”    'Divê kurd hêza xwe bikin yek'   Pervînê destnîşan kir ku gelê kurd di Rojhilata Navîn de xwedî hêzek stratejîk û dîrokî ye û wiha domand: “Divê di serdema qonaxa herî girîng de bibin yek û hêza xwe bikin yek. Çunkî pêvajoya bi Kerkûkê destpê kir îro bi Efrînê didome û metirsî jî berdewam dike. Divê em hemû vê yekê baş bixwînin û girîngiyê bidin vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd di navbera xwe de yekîtiyê ava bike. Ji ber ku ev berpirsiyariya me ya dîrokî ye. Li gel îro em dibêjin ku polîtîkaya dagirkirin û şer a li Efrîn û Sûriyeyê ne çareseriye jî, lê bi şer û dagirkirinê li çareseriyê digerin.”    'Destwerdan nîşaneya bêîstîkrariyê ye'   Pervînê geşedanên dawîn ên li Sûreyê jî nirxandin û wiha got: “Yên li dijî şer derdikevin bi dijminahiya welat tên sûcdarkirin. Lê her çawa dibe jî balkêş e ku li dijî şer derdikevin. Lê destwerdana li dijî Sûriyeyê di serî de ji bo Rojhilata Navîn tevahî û Tirkiyeyê wê bibe nîşaneya bê îstîkrariyê. Elbet em li dijî hemû destwerdanên li ser Sûriyeyê ne. Her tim me got pirsgirêka Sûriyeyê ne bi şer dê bi çareseriyê bê çareserkirin. Îro jî em heman tiştî dubare dikin. Di destwerdana DYA û hevkarên wê de yên ku zerar dîtin gelên li Sûriyeyê ne. Her bombe û fuzeyek diavêjin Sûriyeyê, em li dijî vîna gelê Sûriyeyê dibînin. Ji ber vê yekê divê demil dest ji vê gerînekê bê derketin û li derdora maseyekê lêgerîna çareseriyê bê axaftin.”