Filiz Kerestecioglu: Di şer de berê rastî tê kuştin 2018-04-16 16:10:23   ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî parastina Selahattîn Demîrtaş ev bang kir: “Di axaftina birêz Demîrtaş de navê Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala derbas dibe. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyer vegotin. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.”    Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Filizê ewilî behsa darizandina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir.    Filizê diyar kir ku parastina Demîrtaş ji raya giştî hat veşartin û got: “Di dozê de ya esas siyaseta demokratîk tê darizandin. Di şexsê Demîrtaş de yên baweriya wan bi siyaseta demokratîk heye tên darizandin. Muzakere û diyaloga çareseriyê tê darizandin. Çima Demîrtaş di girtîgehê de ye? Nexwe tiştek din ango kumpasek din heye. Heke ku ev darbekar li AKP’ê kumpas ava kirin, qey li HDP’ê kumpas ava nekirine?”    'Heger hûn birevin dîrokê we bidarizîne'   Filizê wiha dewam kir: “Birêz Demîrtaş di danişînê de xwest Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala wek şahid bên guhdarkirin, lê heyeta dadgehê vê daxwazê red kir. Her çiqas heyetê red kiribe jî, divê ev kes serî li dadgehê bidin û ji bo bibin şahid daxwaz bikin. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyer vegotİNH. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.”    'Hemû rêyên demokratîk ji destê gel digirin'   Filizê li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL’ê) jî bertek nîşan da û wiha domand: “Qet şerm nakin û bêyî aciz bibin ji bo OHAL dirêj bibe vê hefteyê jî dê pêşniyazname bidin. Çunkî bê OHAL nikarin xwe bilevitînin. Nikarin bijîn. Li welatek ku lîder û siyasetmedarê muxalefeta bingehîn a rastî di girtîgehan de bin û OHAL dewam bike qet dê demokrasî li welat tune be. Hemû rêyên demokratîk ji destê gel digirin. Xwe bi îmajkirinê demokratîk nîşan didin. Çima aşkere dernakevin û nabêjin ‘Ez dîktator im?’ Çunkî maliyeta navntewî zêde ye û nikare aşkere rejîmek dîktator û leşkeriyek dîktator ava bikin. We ne OHAL’ê ne li dijî darbekaran îlan kir? Çi eleqeya îstîsmarkirina zarokan bi OHAL’ê re heye. Lê her tiştî eleqeya wê bi OHAL’ê ve girê didin. Tehamula wan li hember gotinek naxwazin nîne.”     Filizê behsa diploma zanîngehê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî kir û got: “Em nabêjin ku dîploma tune be, hûn nikarin bibin rêveber. Em dibêjin derewan nekin.”    Filizê destwerdana bi pêşengiya DYA’yê li dijî Sûriyeyê pêk hat jî nirxand û got ku li Sûriyeyê bazariyek qirêj tê birêvebirin.    Filizê li dijî gotinên “Rêxistinên me xwe ji bo şerê hilbijartina 2019’an amade dikin. Em ji bo şerê hilbijartina 2019’an a bi pêşengiya serfermandarê me dê bê lidarxistin amade ne?” Ên Wezîrê Enerjiyê bertek nîşan da û got: “Dijmin kî ye birêz Berat Albayrak? Dê ev mirov li dijî kê şerê rizgariyê bike? Kîjan hêzên dagirker hene li vî welatî? Em ne ji kesên bi xwînê xwe xwedî dikin e. Gel baş dibîne û dizane ku yê ji xwînê xwedî dibin kî ne.”