Pervîn Buldan: Ji bo yekîtiyê dê mekanîzmak hevpar bê avakirin 2018-04-13 11:26:59   Habibe Eren   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku ji bo Kurd bi awayekî hevpar tev bigerin divê mekanîzmak hevpar bê avakirin û got di hevdîtinên bi Başûrên Kurdistanê re ji bo yekîtiyê û avakirina mekanîzmek hevpar, fikrekî hevpar derket holê.    Ji bo avakirina mekanîzmek hevpar a yekîtiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heyetek şand Başûrê Kurdistanê û hevdîtin pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Osman Baydemir, İmam Taşçier û endama MYK'ê Zeynep Boga bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesut Barzanî, bi Serokwezîr Nêçirvan Barzanî û bi nûnerên Rêveberiya Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Heyeta ku çû Silêmanî bi nûnerên Tevgera Goran ên YNK'ê û bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî.     Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan derbarê hevdîtinên bi Başûrê Kurdistanê re nirxandin kir.    'Me acîliyeta kongreya neteweyî anî ziman'   Pervînê anî ziman ku di çarçoveya serdanên hem li Hewlêrê hem li Silêmaniyê wan hevdîtinên girîng pêk anîne û got li wir me hevdîtin bi hemû partiyên siyasî û sazîyan re pêk anî.    Pervînê anî ziman ku armanaca wan a hevdîtina bi partiyên siyasî û saziyên Başûrê Kurdistanê re ji bo yekîtiya Kurdan, kombûna kongreya neteweyî bû.     'Li Efrîn û Kerkukê destkeftiyên Kurdan hedef hatin girtin'    Pervînê bi lêv kir ku ji ber bûyerên herî dawî qewimî divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan hebe û kongraya neteweyî ku ji demek dirêj de ye ku em dixwazin pêk were êdî bê çêkirin. Her wiha Pervînê anî ziman ku li Kerkuk û li Efrînê destkeftiyên Kurdan hedef hatin girtin loma divê yekîtiya Kurdan pêk were û pêşî li bûyerên bi vî rengî bê girtin.    'Wiha xuya dike ku ji bo kongreya neteweyî pêdivî ji demê heye'   Ji bo êrîşên siberojê divê li her çar parçeyan Kurd bên ba hev û bi awayekî hevpar tev bigerin û wiha got:"Lê ji bo kongreya neteweyî wiha xuya dike ku hinek dem jê lazim e. Ji bo mekanîzmek hevpar, me biryar girt. Di hevdîtinên xwe de me bal kişand ser girîngiya diyaloga mayinde. Em ê wekî HDP'ê li ser bingeha kongreya neteweyî û diyaloga hevpar xebatên xwe bidomînin."   'Wekî HDP'ê em ê hewl bidin ku berpirsiyariya xwe bînin cih'   Pervînê da zanîn ku divê Kurd li dijî helwestên Rusya û Amerikayê bi awayekî hevpar tev bigerin û got:"Pêşketinên li Sûriyeyê me hemûyan eleqeder dike. Ji ber ku ev pirsgirêka Kurdên li ser her çar parçeyan eleqeder dike loma derdikeve holê ku hevkirina Rûsya û ABD'ê li ser Kurdan hatiye kirin. Li vir divê Kurd demildest helwestek hevpar nîşan bidin. Divê Kurd muhatap bên girtin. Ji bo Kurd bibin xwedî gotin divê kongreya neteweyî pêk were û Kurd bi helwestek hevpar tev bigerin. Em wekî HDP'ê dibêjin ku di vê mijarê de em ê peywira ku dikeve sel milê me bi cih bînin."   'Yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan gelek girîng e'   Pervînê bang li hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir û got:"Kongreya neteweyî divê demildest bê kirin. Ji bo gelê Kurd muhatap bê girtin divê berê yekîtiya di navbera xwe de pêk bîne. Yekîtiya neteweyî ji bo pêvajo û sazûmankariyê jî gelek girîng e. Ku ev yekîtî û sazûmanî pêk were Kurdê di demên pêş de bêtir wekî muhatap bên girtin. Dema ku Kurd muhatap bên girtin ev ê ji bo siberoja Kurdan jî gelek baş be. Divê herkes vê mijarê têxe rojeva xwe."