Leyla Bîrlîk: Efrîn pêşeroja mirovahiyê ye 2018-03-26 09:22:30     Rojda Aydin   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di mijara Efrînê de bertek nîşanî helwesta PE, NY û NATO’yê da û tiştên li qadên rêveberiya xweser hatin jiyîn bi bîr xist. Leylayê bi lêv kir ku şîdet her diçe zêde dibe û wiha got: “Girêka esas Efrîn e. Bêdengiya Rojhiata Navîn a li hember Efrînê nîşan dide ku wê ev şer li bajar û welatên din jî dest pê bike.   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk  der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê tên meşandin de nirxandin kir. Leylayê diyar kir ku tiştên li Sûr, Cizîr, Şirnexê hatin jiyîn îro li Efrînê tên jiyîn û got: “Hiqûq û nirxên mirovahiyê bi giştî tune hatine hesbiandin.  Desthilatdariyê hiqûqa şer tune hesibandin û  êrîşên li dijî sîvîl û nexweşxaneyan nayên qebûlkirin.”   ‘Duh Halepçe îro Efrîn’   Leylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di salvegera komkujiya Halepçeyê de li kolanên Efrînê sîvîl hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hem di alî ahlaqî û hem jî di alî mirovahî de rewşek mirov divê jê şerm bike ye. Ev dîmen di alî Kurdan de gelek bi êşin. Di heman demê de dibe sedema hêrsê.”   ‘Peymanên navnetewî û berpirsyarî hene’   Leylayê destnîşan kir ku şer ne tenê şerê Efrînê ye û ev êrîş  şerê d inav welatên cîhanê, hêzên emperyalîst û netew dewletan de şênber dike û got: “Li Efrînê paradîgmaya netewa demokratîk ket jiyanê û di heman demê de navçeyeke ku gelên ji çeteyan revya bûn û lê bicih bibûn bû.  Mîlyonek kesî koçî wir kiribû.  Li dijî navçeyek wisa şerekî mezin hat meşandin. Sedema bêdengiya li dijî êrîşan eve ku her kes li pey berjewendiyê xwe ne. Di vir de berpirsyarî û peymanên navneteweyî yên cur bi cur yên NY, NATO û PE’yê  bi Tirkiyeyê re hene.Ev bêdengiya Ewropayê rizandina ahlaqî nîşan dide.”   ‘Li pêş komkujiyan nesekinîn bêahlaqî ye’   Leylayê helwesta DMME’ê ya di dema komkujiyên Cizîr û Şirnexê de bibîr xist û got: “Wê demê me bang li saziyên cuda kirin ku bikevin tevgerê.  Dîmenên welatiyên di bodruman de hebûn.  Li ber çavê hemû cîhanê ew qetilkirin.  Niha bi heman awayî nêzî Efrînê dibin. Ji bo berjewendiyên xwe  ji komkujiyan re nabêjin bese. Ev jî nayê qebûlkirin û bêahlaqiye. Divê tu kes li dijî vê bêahlaqiyê bêdeng nemîne.”