Pervîn Buldan: Efrînê dê dîsa bibe ya Efrîniyan 2018-03-20 14:25:48   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên bi piştgiriya Rûsya Efrîn dagir kir û malê gelê Efrinê talan dikin bi ser nakeve û dagirkeriya Efrînê nikare rê li pêş serkeftina Kurdan bigire. Pervînê, bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û wiha got: "Yên li şûna gelê Efrînê hilbijartina OSO kirin, dê rê li pêş DAÎŞ û El Qaîde vekin. Efrîn dê bibe ya Efrînîyan. Çi dibe bila bibe Sedsala 21'an dê bibe sedsala Statuya Kurdan. Divê Kurd li dijî dagerkerî û êrîşan bibin yek. Teqez dê mirovahî bi ser bikeve. Teqez li dijî tariyê dê ronahî bi ser bikeve."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma xwe vê carê li Amedê pêk anî. Civîna koma HDP'ê li Salona  Vedat Aydin a HDP'ê ya Amedê pêk hat. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîl Buldan axivî. Pervînê diyar kir ku îro tenê rojevek wan heye û Rojeva wan a sereke Efrîn e.    'Rojeva me tenê rewşa Efrînê ye'   Pervînê, ewil hemû gelê kurd û gelê Amedê silav kir û wiha got: "Ez bi germahiya Newrozê we silav dikin. Me biryar da ku civîna koma xwe li Amedê pêk bînin. Di vê civînê de rojeva me tenê rewşa Efrînê ye. Ji ber ku Efrîn bi taybetî di 2 mehên dawî de di bin dagirkeriyê de ye. Hewl dan xera bikin û bişewitînin. Gelê me yê wir di pêvajoyek pir dijwar re derbas bûn."     Berî şer li Efrînê aştî û aramî hebû   Pervînê, anî ziman ku bi taybetî hêza duyemîn a NATO  artêşa TSK'ê bi piştgiriya Rûsya di 20'ê Çile de dest bi dagirkeriyê kir û wiha got: "Beriya dagirkeriyê Efrîn wîcdanê cîhanê bû. Li wir aramî û aştî hebû. Her kes li wir di nava wekheviyê de dijiya. Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebû.  Lê polîtikaya ku li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kurd xwe bi xwe rêve bibin dest bi êrîşa dagirkeriyê kirin. Di serî de li dijî Kerkuk, Şengal û piştre li dijî Efrînê dest bi êrîşên giran kirin. Li şûna gelê Efrinê yê aştî û aramiyê dixwazin çeteyên êrîşkar OSO hilbijartin."      'Gelê Kurd ew ê vê yekê ji bîr neke'   Pervînê, anî ziman ku dagirkeriya li ser Efrinê bi xerakirina pêvajoya çareseriyê dest pê kir û wiha got: "Ev pêvajo, 3 sal berê piştî maseya çareseriyê hat xerakirin dest pê kir. Dagirkeriya Efrînê bi xerakirina maseya muzakereyan dest pê kir. Medya hawis 2 mehan weşana wêdekirin û dijminatiyê pêş xist û gelê Efrînê biçûk xist. Gelê Efrînê dijmin nîşan da. Lê yên Li Efrînê dijîn xizmên gelê Mêrdîn, Amed û Rihayê bûn. Li Çanakele kurd û tirkan bi hevre şer kir û pirak ava kirin. Îro bi dagirkirina Efrînê ev pira Çanakkale xera kirin. Yên vîna gelê Efrînê nas nekirin bi hevkariya OSO ya barbar û hov re hevkarî kirin. Em vê yekê di dîrokê de qeyd dikin. Di dile xwe de qeyd dikin. Gele kurd dê tu carî vê yekê ji bîr nekin."      Pervînê, helwesta hêzên navneteweyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îro Efrîn bê mirov hat hiştin. Bi êrîşên dijwar hat talankirin û wêrankirin. Mirovên wir ax û warên xwe terk kirin û ji cihên xwe hatin sirgûnkirin. Gelê Efrînê axa xwe ya bi hezaran salin lê dijî terk kirin. Gelê Efrînê yên bi êrîşên dijwar re rû bi rû man ji aliyê welatên cîhanê ve bi tenê hatin hiştin. Bi taybetî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van êrîşan bêdeng man û bûn mahkûmê wîcdan."     'Di dilê gelê kurd de tu carî Kawayê Hesinkar nayê xerakirin'   Hevseroka HDP'ê Pervînê, bal kişand ser koalîsyona AKP-MHP'ê û wiha lê zêde kir: "Piştî Gelê Efrînê vala kirin, dixwazin mîlîsên cîhankar ên ji derve anîne, li Efrînê bi cih bikin. Ev dê rê li pêş terorek nû veke. Hemû cîhan bû şahid bi sed hezaran kesên li Efrînê dijî yekî jî bi dilxweşî û kêfxweşî hûn pêşwazî nekirin. Bila hemû cîhan zanibe dawiya dawî Efrîn dê bibe ya Efrîniyan.  Dibe ku îro Tirkiye bi hevkariya AKP MHP'ê ketibe Efrînê. Dibe ku hesabê hilbijartinê bike. Dibe ku bêje me Gever, Nisêbîn û Sûr xera kir û me hilbijartin bi dest xist. Lê îro girêdana dil a bi kurdan re winda kiriye. Yên duh Peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin hûn dizanin we çawa neheqiyek li nirxên gelan kiriye. Di dilê gelê kurd de tu carî Kawayê Hesinkar nayê xerakirin û qet û qet nayê Hilweşandin."     'Polîtikaya AKP û MHP'ê bêtir pirsgirêkan mezin dike'     Pervînê, polîtîkayên AKP-MHP'ê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin bila tu carî gelê Kurd bi ser nekevin û nebin xwedî maf. Ev polîtîka tu tiştî bi tu kesî nade qezenc kirin. Li şûna hûn bi gelê Efrînê re tev bigerin û destê aştiyê dirêjî wan bikin. We bi OSO re hevkarî kir. We ala Tirk bi şaredariya Efrînê dakir. Ka aborî, perwerde, tenduristî û pirsgirêka civakî çareser bû na. Pirsgirêk bêtir kûr bûn. Krîza navxweyî ya Tirkiye dê bêtir mezin bibe. Ji niha û şînde dê her krîz bêtir li Tirkiye û civaka Tirkiye bandor bike.  Komên OSO yên li wê herêmê bên bi cih kirin dê DAIŞ û El Qaîde ji nûve mezin bike. Dê hemû cihan ji nûve bi komên Selefî re rû bi rû bimînin. Em dîsa dibêjin hevkariya bi planên Rûsya yên qirêj û OSO re, dê bi gelê Tirkiye û gelê herêmê bide windakirin. Bi şerê li dijî Efrînê pirsgirêkên Tirkiye û pirsgireka kurd çareser nebû. Bêtir pirsgirêk mezin kirin. Çareseriya  pirsgirêka kurd, aştî, demokrasî, diyalog û muzakere ye. Dijberî vê yekê krîza Sûriye dê krîta Tirkiye jî mezin bike. Rêya niha Tirkiye têde dê krîzan bêtir mezin bike. Pirsgirêka kûr bike. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê ji vê rêyê vegere. Polîtikaya AKP û MHP'ê bêtir pirsgirêkan mezin dike."     'Talankirin û wêrankirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye'   Pervînê, bal kişand ser komên OSO yên mal û milkê gelê Efrînê talan kirin jî û wiha berdewam kir: "Ji bo Gelê Efrînê dîsa li cihê xwe vegerin divê bi lezgîn her kes têkeve nava tevgerê. Hem malên Efrînê talan dikin û wêran dikin û hem jî wekî alîkariyê dikin didin nîşandan. Yên ku mal û milkên gelê Efrînê yê bi rûmet talan dikin, dê rojekê bi şerê wan ê dijwar re rû bi rû bimînin. Talankirin û wêrankirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Talankirin û wêrankirin tu carî nayê qebûl kirin.    'Dê ronahiyê bi ser bikeve'   Divê têkildarî vê yekê bi lezgîn tedbîr bên girtin. Gelê ku ji ber êrîşan koç kirin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê em bi lezgîn bang li hêzên navneteweyî dikin ku têkevin nava hewldanan. Ev berpirsiyariya wan a dîrokîye. Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê û li dijî DAIŞ'ê bang li her kesî dikin ku her kes hestiyar be.  Mirovahî tu carî winda nake. Meşa mezin a mirovahê dê bi ser bikeve. Ne tarî dê ronahî bi ser bikeve. Kurd bi hezaran salin li ser vê xakê hebûn dê dîsa hebin. Kurd bi hezar salin bê statu li ser vê axê dijiyan. Di sedsala 21'an de dê êdî bi statu û nasname bijîn. Ne dagirkeriya Efrînê û ne jî êrîşên OSO û DAIŞ'ê nikare rê li pêş serkeftina kurdan bigire.  Divê kurd li dijî van êrîşan çalakiyên xwe û siyaseta xwe bikin yek û li dijî dagirkeriya Efrînê bibin yek. Em Dagirkeriya Efrînê tu carî qebûl nakin. Em cem gelê Efrînê ne. "    Buldan ji niha de Newroza hemû gelê Amedê û gelê Tirkiye bi ruhê aştî, biratî û wekheviyê pîroz kir û xwest hemû kes bi ruhê Efrînê dakevin qada Newrozê.    Axaftina Pervîn Buldan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" hat birîn.