Huda Kaya: Êdî gotin qediya ye 2018-03-16 11:24:40       ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya di Lijneya Gitştî ya Meclisê de axivî, diyar kir ku AKP ya ku ev 16 sal e îktîdar e hemû nirxên civakê têk birine û got; "Êdî gotin qedya ye"    Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ya di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî bal kişand ser dejenrekirina civakê û got ku AKP'ya ev 16 sal e îktîdar e jin ji pêşeroja wan bêpra hiştine.  Huda got ku civak bi bêbawerî û bêhalaqiyê re rûbirû hatiye hiştin û ev tişt got: "Dejenerekirina civakê hatiye asta ku êdî mirov ditirsîne.  Gelo wê zarokên vê civakê û kesên ku xwe wekî alimên olî bi nav dikin, bihata vê astê."   'Em êdî li cihê ku gotin qediya ye ne'   Huda diyar kir ku ewlehiya zarok û jinan nemaye û wiha got: "Kesekî ku ji xwe re dibêje ez mela me bê şerm derdikeve dibêje 'kesê ku bi jinekê tenê qayîl dibe ji rê derketî e'. Ji rêderketineke bi vî awayî û bê ahlaqiyeke bi vî rengî tune ye. Dîsa bûyereke din, nûçeyeke nû ya îro: Zarokeke 6 salî ji dayika xwe re dema  dibêjie ' Dayê ez karim ducanî bimînim' aşkera dibe ku hatiye tecawizkirin.  Ev ne yek û ne jî dudu ye. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Divê ku ji bo van em bikevin tevgerê. Em êdî li cihê ku gotin qedya ye ne."    'Jin li mala dewletê bi tecawizê tên tehdîtkirin'    Huda di dawiya axafitna xwe de diyar kir ku ew ji bo ku zarok û jin bi tecawizê re rûbirû neyên hiştin di nav hewldanê de ne û ev tişt got: "Ger ku jin di binê çavan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tecawizê tên tehdîtkirin  divê ku em li ser vê mijarê bisekirin."