‘Ji bo pergala serokatiyê dixwazin civakê ji hev biqetînin’ 2018-03-13 09:45:25   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama PM'a HDP'ê  Arîfe Çinar diyar kir ku ji bo pergala serokatiyê li gorî hiqûqê pêk bînin pergala hilbijartinê ji nû ve tê biteşekirin û tê xwestin ku civak ji hev bê qetandin û rakirina pergala parlamenteriyê mijara niqaşê ye.   Endama HDP PM’ê Arîfe Çinar balkişand ser tifaqa AKP-MHP’ê ya jibo hilbijartinên 2019’an û diyar kir ku wê hilbijartin dîsa dijdemokratîk derbas bibin û got dibe ku hilbijartinên 2019’an bigirin dîrokek pêş. Arîfeyê daxuyakirin ku piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê şûnde li ser gotinên ‘bekaya dewletê’  netewperestî, muhafazakarî û zayendperestî hatiye  belavkirin û li ser vê pêvajoyek xeter hatiye hunandin û got: “Deshilatdariya AKP’ê piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê şûnde  zêdetir bû, bi mirinên leşkeran netewperestiya Kurd û Tirk derxist pêş û xwestin bi vê yekê dengên xwe zêde bikin. Bi awayekî fîîlî ji 2014’an heta niha pergala serokatiyê pêk tîne. Ji bo vê rêbazên nû pêş dixe û yek ji van jî tifaqa hilbijaritnê ya herêmî û netewî ye.”   ‘Pêvajoya rakirina pergala parlamenteriyê dest pê kir’   Arîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku kesên bi AKP’ê re di tifaqê de cih nagirin wek ‘ji dijmin re xizmetê dikin’ tên nîşandan û bi vê dixwazin hem di qada civakî de hem di qada polîtîk de cudatiyê biafirînin. Her wiha Arîfeyê got bi pêvajoya girtina parlamenterên HDP’ê  re dixwazin pergala parlamenteriyê ji holê rakin.   ‘Pergala hilbijartinê desthilatdariyek muhafazakar û netewperest hedef digire’   Arîfeyê destnîşan kir ku AKP bi MHP’ê re tevdigere û netewperestiyê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne û got pergala hilbijartinê desthilatdariyek muhafazakar û netewperest hedef digire û ji bo pergala serokatiyê qanûnî bibe dixwazin HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêlin.   Arîfeyê balkişand ser partiyên din ên weke CHP û ÎYÎ Partî û got ew jî xwedî zîhniyeta yekparêz in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP ji bo pergala serokatiyê pêk bê her tiştî wê bike. Êrîşên li dijî Efrînê jî parçeyek vê ye. Wê herî zêde jî jin ji vê zirarê bibînin. Jiyana jinê di her alî de di bin zextê de ye. Di OHAL’ê de hilbijartin ne mumkun e demokratîk derbas bibe.”