Dema mirov HDP’yî û jin be hiqûq pêk nayê 2018-03-12 09:08:29   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamenterên jinên jin ên HDP’ê ku der barê wan de gelek fezleke hatine amadekirin, diyar kirin ku dema mijar dibe HDP hiqûq pêk nayê. Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr ev rewş wek ‘siyaseta dagirkirî’ bi nav kir û got dixwazin şerê li Efrînê normal bikin û naxwazin civak van rastiyan bibîne.   Ji bo meclîsê ji bo destnedaa parlamenteran bê rakirin 23 fezlekeyên nû hatin şandin.  11 cezleke der barê parlamenterên CHP û 12 heb jî der barê HDP’ê de hatin amadekirin.  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî tê de, der barê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Aycan Îrmez, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Dîlek Ocalanê de jî hat amadekirin.  herî dawî der barê  parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan de hat amadekirin.  Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez der barê mijarê de nirxandin kirin.   Dîlanê daxuyakirin ku AKP ev du sale der barê siyasetê de konsepta tasfiyê dimeşîne û got: “Kesên li dijî van serî hildidin jî tên çawisandin. Bi girtin, binçavkirin û hiqûqê êrîşek mezin li ser civakê heye. Di demên dawî de parlamento jî di vê mijarê de bê bandor maye.   ‘Naxwazin em bibin parlamenterên gel’   Dîlanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku meclîs bi talîmata Qesrê tevdigere û wiha pê de çû: “Di demên dawî de wek parlamenter peywira muxalefet kirine. Em hewl didin gel bikin xwedî hestiyar. Ev peywira esas ya siyasetmedaran e.  Dema em li fezlekeyan dinêrin, em dibînin ku naxwazin em parlamenteriya gel bikin.”   Dîlanê diyar kir ku naveroka fezlekeyan bi têgehên ‘teror’ û ‘terorîzmê’ xemilandine û me bi van derxistin qada dijrewa û li gorî xwe tiştan dinivîsin. Dîlanê bi lêv kir ku her gotin û pêngavên wan wek fezleke derdikeve pêşberî wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di rojên borî de li Meclîsê li dijî HDP’iyan hewldana lînçê pêkhat. Nikarin bi girtin, fezleke û zextan bikin, vê carê bi şîdetê dikin.  Ev lînç û fezlekeyên AKP’ê siyaseta Tirkiyeyê bi awayekî cidî dike rîskê.  Bi zext û lînçê dixwazin bêdeng bikin.  Ev biryar ne hiqûqî ne.  Li ser talîmatên AKP’ê biryara fezlekeyan tê dayîn.”   ‘Gotina aştiyê jî sûc e’   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî bertek nîşanê fezlekeyan da û got dema mijar dibe HDP, edelat û daraz  pêk nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin gotina ‘aştiyê’ jî sûc tê hesibandin. Em hem di siyasetê de û hem jî darazê de tiştên ecib dibînin.  Faliyetên me yên siyasî wek fezleke tên pêşberî me. Çalakî û bernameyên parlamenteran ji aliyê destura bingehîn ve tê parastin lê dema mijar dibe parlamenterên HDP’ê ev pêk nayê. Ji ber em van polîtîkayên AKP’ê qebûl nakin, bi talîmatan fezleke tên amadekirin. Ger îro dadger û dozger li gorî destura bingehîn tevbigerin wê bi tu awayî fezleke an jî lêpirsîn amade nebe.”