Fîlîz Kerestecioglu: Em nabin mêr, em ê bibin jin 2018-03-08 10:54:53   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecioglu li dijî gotinên zayendperest ên ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê ji aliyê Parlamenterê AKP'ê Mehmet Ugur Dilipak ve hat gotin, wiha bersiv da:"Na em nabin mêr em ê bibin jin, hûn ê hînî vê gotinê bibin."   Li Lijneya Giştî ya TBMM'ê hevdîtinên butçeyê didome. Di dema hevdîtinên butçeyê de piştî nirxandina Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmut Togrul a derbarê êrîşên li dijî Efrînê ku Mahmut wekî "Paqijiya Etnîkî ye" nirxand, di navbera parlamenterên AKP'ê û MHP'ê de nîqaş derket.     Di dema nîqaşa hat jiyîn de Parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan û Mahmut Togrul birîndar bûn.   Wekîlên serokê koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Fîlîz Kerestecioglu jî bertek nîşanî wekîlên AKP'ê dan û wekîlê AKP'ê Mehmet Ugur gotinên zayendperest bi kar anî. Li dijî gotinên zayendperest ên wekîlê AKP'ê Fîlîz Kerestecioglu wiha got:"Na em nabin mêr em ê bibin jin, hûn ê hînî vê gotinê bibin."