Fîgen Yuksekdag: Îsal rihê 8’ê Adarê li Efrînê ye 2018-03-06 09:44:41   Habibe Eren   ENQERE - Hevseroka giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li girtîgeha Tîpa F a Hejmara Yek a Kandrayê dimîne diyar kir ku wê di girtîgehê de bi girseyî 8'ê Adarê pîroz bikin û got: “Em dizanin ji Şengalê heta Efrînê, ji Stenbolê heta Amedê wê jin me bibihîzin. Li girtîgehê dîwar ne derd e. Li Efrînê jinên berxwe didin wê dîroka 8’ê Adarê ji nû ve binivîsin.”   Hevseroka giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ev salek û nîv e li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Yek a Kandirayê dimîne derbarê 8’ê Adarê de pirsên Jinnews’ê bersivand.   *Tevî OHAL û êrîşan aliyê ku derket kolanan jin bûn. Tevî van pêkanînan 8’ê Adarê ji bo we çi îfade dike?   8’ê Adarê her dem girîng bû û rola girîng dilîst. Bêguman îsal girîngiya wê cudaye. Ne OHAL her tim li dijî şer jinan îtîrazên xwe anîn ziman.  Her sal di bin êrîşan de 8’ê Adarê û jinan rolek girîng lîstiye. Ez bawer im wê îsal pêşengiyek mezin pêk bê. Têkoşîna li dijî êrîş, zext, şîdet û îstîsmarê wê di 8’ê Adarê de xurt be.   ‘Em ê bi îradeya jinan êrîşan biçewisînin’   Çalakiyên 8’ê Adarê wê ji her alî jinan bîne cem hev. Tu gumana me tuneye ku wê hêza jinê van êrîşan neçewisîne. Banga Meclîsa Jinan a HDP’ê ya ‘Wisa derbas nabe an azadî an azadî’ wê di dîrokê de beramberiya xwe bibîne.   *Di 8’ê Adarê de yek ji rojevên jinan îstîsmara zarokan e. Li gorî we li dijî îstîsmara zaroka divê çi bê kirin?   Xesandina kîmyewî li gorî min hilberîna feraseteke bi nakok e. Yên ev pêşniyar kirine  jî dizanin ku ev pirsgirêkê çareser nake. Ev jî têr nake darvekirinê didin pêş. Ev jî nîşan didin ku ev ne perspektîfên çareseriyê ne. Sûcên zayendê li gorî temen ji hev veqetandin û di sûcên îstîsmarê ya li dijî zarokên di ser temenê 12’yî de daxistina ceza, di nîqaşên çareseriyê de dikare bê rojevê. Ev jî tena serê xwe zîhniyeta hov nîşan dide.  Îstîsmar û şîdeta li dijî jin û zarokan zîhniyet û sîstematîka vê desthilatdariyê ye.   *Li dijî îstîsmara zarokan divê tevgera jinan çawa têbikoşe?   Divê tevgera jinan têkoşînek bê tawîz bimeşîne û heta encamên erênî negire divê têbikoşin. Divê li dijî zîhniyet û pratîka wê ku îstîsmarê zêde dike têkoşîn bê dayîn. Divê sînorê ked, cesaret û fedekariya me di vê mijarê de tunebe.   *Gelek jin di girtîgehê de 8’ê Adarê pîroz dikin. Hûn ê li girtîgehan dengê xwe çawa bidin bihîstin?   Em ê bi girseyî 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Ji sala borî de hejmara me gelek zêde bû. Bêguman ev rewşek ne xerab e. Zêdebûne hejmara jinan a li girtîgehan tê wateya li derve jî hejmar zêde dibe. Em ê bi girseyî 8'ê Adarê pîroz bikin.   Ji Şengalê heta Afrînê ji Stenbolê heta Amedê em dizanin ku wê jin dengê me bibihîzin. Her tim em bihîstin û hîs kirin. Em ê jî li hundir wan hîs bikin. Dîwarên girtîgehê ne derd e.    *Peyama we ya ji bo jinên li Efrînê berxwe didin çi ye?   ‘Li Efrînê jin dîroka 8’ê Adarê ji nû ve dinivîsin’   Îsal rihê 8’ê Adarê li Efrînê ye. Bajarekî jina ye û dîroka berxwedanê ji nû ve tê nivîsin. Ne pêkan e ku mirov vê nebînin. Desthilatdariya faşîst jî vê dibîne û dixwaze jinan biqedîne. Em îradeya jinên Efrînê bi 8’ê Adarê carek din silav dikin. Berxwedana jinan li Efrînê dîroka 8’ê Adarê ji nû ve dinivîse.