HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî 2018-03-05 14:16:35   ENQERE - Wekîla Koma Serokê HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji bo 8’ê Adarê li Tirkiyeyê bibe betlana fermî pêşniyara qanûnê da Meclîsê.   Wekîla Koma Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîla Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wek roja betlana fermî bê qebûlkirin, pêşniyara qanûnê da Serokatiya Meclîsê.    Fîlîzê di pêşniyara xwe de got ku 8’ê Adarê mîna li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî tê pîrozkirin û heke 8’ê Adarê bibe betlana fermî dê destkeftiyek girîng be. Fîlîzê bibîr xist ku 8’ê Adarê li Çîn, Rûysa, Ermenîstan, Afganîstanê, Azerbaycan, Kuba, Ukranya, Kazakîstan, KirgizîsTAN, Moldova û gelek welatên din betlaneya fermî ye û xwest li Tirkiyeyê jî ev roj bibe betlane. Fîlîzê anî ziman ku 8’ê Adarê remzeya têkoşîna li dijî zextan û tundiyê ye.