Leyla Guven: Tevgera Jinan a Kurd kîmya AKP'ê xera kir 2018-02-24 09:38:25   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji ber faaliyetên siyasî hat girtin, diyar kir ku xwestin KCD bê krîmînalîzekirin û wiha got: "KCD'ê piştgiriya mezin a gel girtiye û wek kongreyek rewa xebatên xwe meşandiye. Tevî hemû êrîşan wê bidomîne jî."    Leylayê polîtîkayên AKP'ê yên jinan hedef digirin jî nirxand û wiha got: "Di du salên dawî de herî zêde jin dijî polîtîkayên komkujiyan ên AKP'ê sekinî. Tevgera Jinan a Kurd di serî de pergala hevserokatiyê îmze avêt gelek xebatan û kîmya AKP'ê xera kir."   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 20'ê Çileyê de li Amedê hat binçavkirin û piştî 11 rojan di bin çavan de ma şûnde di 31'ê Çileyê de ji ber faliyetên siyasî, roportaja daye STERK TV û daxuyaniyên derbarê êrîşên li Efrînê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Leylayê bi hevkariya parêzerên xwe pirsên me bersivand.   *Di 2009'an de di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hûn hatin girtin û 5 salan di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de man. Ji wê rojê şûnde çi guherî an jî çi neguherî?   'Çareserî û muzakere teslîmê şer hat kirin'   Di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de gelê me îradeya xwe derxist holê. Li Kurdistanê coş û morelek mezin hebû. Di 26'ê Adarê de hilbijartinên herêmî çêbûn. Di 13'ê Nîsanê de PKK'ê agirbest îlan kir. Di van rojên ev geşedan dihatin jiyîn de di 14'ê Nîsanê de li dijî siyasetmedarên Kurd operasyon hat destpêkirin. 53 hevalên me bi awayekî hevdem hatin binçavkirin. Operasyonan berdewam kir. Siyasetmedar, parêzer, hevşaredar û bi dehezaran Kurd hatin girtin. Ev bersiva serkeftina hilbijartin û agirbesta PKK'ê bû."   'AKP'ê tenê tifaqa xwe guhert'   Em 5 salan şûnde hatin berdan. Piştî 4 salan şûnde zindan bi Kurdan hatin tijekirin. Di siyaseta Tirkiyeyê de yekane tişta guheriye, AKP'ê wê demê ev polîtîka bi cemaatê re dikir, niha jî bi MHP'ê re dike. Hemû polîtîkayê zextê bi hev re dimeşînin. Tenê tifaqa AKP'ê guheriye.   *Hûn siyasetmedarek ku bi salan di girtîgehê de mane û bi dehan carî hatine girtî ye. Hûn wek jinekê zextên li ser jinan çawa dinirxînin?   Min di 1994'an de di HADEP'ê de dest bi siyasetê kir û ez wê demê bi hişmendiya neteweyî tevdigeriyam. Di 2000'î de me hewcedariya rêxistinbûna xweser a jinê dît. Her çiqas di bernameya partiyê de bê gotin divê li dijî îrade û azadiya jinê rêzdarî hebe jî ev di pratîkê de berovajî vê bû.  Hevalên mêr jin wek keç, dayik, xwişkên xwe didîtin. Dikaribûn talîmatê bidin, dengê xwe lê bilind bikin. Me li dijî vê dest bi têkoşînê kir.   'Qezencên jinan berhemên Turkan û Sêvê ne'   Piştre em bûn baskên jinan û em bûn tevgera jinan. Ev bi têkoşînên mezin hatin qezenckirin. Her kesî fêm kir ku têkoşîna jinê  ne sembolîk, îdeolojîk e. Ev qezenc bi bedelên mezin hatin girtin. Ev berhemên Turkan, Sêvê û gelek jinên dine.   'Tevgera jinan a Kurd kîmya AKP'ê xera kir'   Ev di desthilatdariyên muhafazakar de zêdetir tê dîtin.  Desthilatdariya 16 salan a AKP'ê jin her tim di malbatê de wek kesa serî tewandî da nasîn. AKP li dijî têkoşîna jinên Kurd di zorê de ma û neçar ma di lîsteyên hilbijartinê de kêm be jî cih bide jinan. AKP'ê her tim zimanê serdest yê mêr bikar anî, ji roja bû desthilatdar heta niha şîdet zêde bû. Tevgera Jinan a Kurd di serî de pergala hevserokatiyê, îmze avêt gelek xebatan û kîmya AKP'ê xera kir.   *Di dosya derbarê we de hatiye amadekirin de hemû faaliyet hatine krîmînalîzekirin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Li Kurdistanê vegotina êşên hatine jiyîn tuneye. Navê vê hovîtiyê danîn, gotina Dêrsîm, Agirî, Zîlan, Roboskê sûc dihat hesibandin. Di serî de partiyên siyasî, gelek sazî û dezgehên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebitîn, bedelên giran dan.   'KCD ji 2007'an heta niha li Kurdistanê faliyet dimeşand'   Di 2007'an de ji bo hewcedariyên Kurdistanê pêk bê hewcedarî bi mekanîzmayên cuda hat dît. Pêşniyara Birêz Ocalan di alî mekanîzmayeke cuda ya li Kurdistanê bê avakirinê bû. KCD jî ji 2007'an heta niha kongreyeke ku li Kurdistanê  faaliyetê dimeşî ne ye. Ji ber vê sedemê  xebatên xwe bi eşkera meşandiye. Bi tevlîbûna 500 û hezar delegeyî kongre hat îlankirin. Bi vî awayî ji hemû navend û navçeyên Kurdistanê delege hatin hilbijartin û di mijara hemû gel û bawerî bên temsîlkirin de nûneriya partiyên siyasî ya Kurd pêk hat.   'Bi destê AKP'ê KCD wek 'rêxistina sîwaneya rêxistina terorê' hat îlankirin   KCD'ê bi eleqe û piştgiriyek mezin wek kongreya rewa xebatên xwe meşandiye. Di komxebat û konferansan de di gelek mijaran de pêşniyarên çareseriyê derketiye holê.  Di hemû saziyên îdelojiya rizgariya jinê ya KCD'ê hatiye qebûlkirin de rêgeza wekheviyê esas hatiye girtin. AKP di 2002'an de hatibû desthilatdariyê, KCD'ê jî di 2007'an de kongre îlan kir.  KCD'ê ji wê rojê heta niha xebatên xwe bi aşkera meşandiye. AKP'ê hewl daye hemû xebatên KCD'ê asteng bike.  KCD hedef girtiye. Bi destê AKP'ê KCD wek 'rêxistina sîwaneya rêxistina terorê' hat îlankirin. Her kesê li Kurdistanê hat binçavkirin rastî pirsa 'tu endamê KCD'ê' hat. Xebatên KCD'ê kirin mijara lêpirsînê.  Birêz Aysel Tugluk û Selma Irmak ên berê hevserokatiya KCD'ê  kiribûn û bi sedan kes hatin girtin. Kesê bi îdiayên ne zelal girtibûn, neçar man tahliye bibin. Niha kesên tenê ji sûcdariya KCD'ê hatine girtin tune. Ji ber tiştekî sûc bê hesibandin tune.   *Derbarê axaftina we ya televîzyonê ya derbarê êrîşên Efrînê de lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser vê hûn tevlî televîzyonê bûn û we nirxandin kirin. Her du telefonên televîzyonê ku hûn tevlî bûbûn di dosyayê de cih girtin. Hûn derbarê van de çi dibêjin?   AKP'ê di mijara Sûriyeyê de rêyek pir enteresan meşand. Tirkiyeya berê digot 'Esad bira' hat asta 'kujer Esad'.  Tirkiyeya ku dema DAIŞ'ê li sînor her tişt dikir Tirkiyeyê operasyon nekir. Niha dixwaze statuya  gelê Rojava bi bedelên mezin qezenc kiriye ji holê rake. Di dema Kobanê de gotin wê Kobanê bikeve. Lê nebû. Niha mudaxaleyê Efrînê dikin. Ma em ê sedema vê nepirsin? Em ê bombebarankirina  gelê xwe yê Efrînê nepirsin?   'Amed û Efrîn ji bo me yek e'   Em bi gelên Rojava re xwişk û biran e. Ji bo me tu cudahî di navbera Efrîn û Amedê de tuneye. Em di rih û hestê de yek in. Em koka heman dara ku ji heman axê xwedî bûne ne. Peywira me yek e.   *Di binçavkirin û lêpirsîna dozgeriyê de hûn ji heta mafê parastina zimanê dayikê rastî gelek astengiyan hatin. Hûn dikarin hinek tiştên hatine serê we vebêjin?   Mafê parastina bi zimanê dayikê mafekî me bi têkoşînê bi dest xistiye. Lê niha ji însafa dadgehê re maye. Min li TEM'ê îfade red kir. Min ji dozger re got dixwazim bi zimanê xwe parastinê bikim. Min got wergervan jî amade ye. Lê dozger red kir. Min jî îfade neda. Min ji dadgerên lêpirsînê re jî heman daxwaz kir. Wan jî qebûl kir. Piştî parastina Kurdî ya min da ez hatim girtin.   *Niha pêkanîna 'cilên yekreng' di rojevê de ye. Hûn derbarê vê de çi dibêjin?   Li zindanên vî welatî binêrin, hûn ê bibînin ku ev welat di çi rewşê de ye. Li girtîgehan kapasîte gihaştiye sed hezaran û yekane tişta wezareta dadê dike, çêkirina girtîgehên nû ye. Niha pêkanîna 'cilên yekreng' xistine rojevê. Ev pêkanîn parçeyek feraseta yekparêziyê ya AKP'ê ye.  Bêguman ji nû ve xistina rojevê ya vê pêkanînê gelek armancan hedef dike. Armanca AKP'ê çi dibe bila bibe bila bê zanîn ku wê ev cil neyên lixwekirin.   Niha bi dehezaran siyasetmedarên Kurd bi delîlên ne hiqûqî girtîne. Li Tirkiyeyê şoreşger, demokrat, aliyê ku aştiyê dixwaze, jin, ciwan û bi hezaran karker ji karên xwe pîşeya xwe hatin îxrackirin.   'AKP nikare vê rewşê bidomîne'   Derferta ku AKP vê rewşê bidomîne tuneye. Geşedanên li Rojhilata Navîn li ber çavan bê girtin, mezinbûna xetereyê zelaltir tê dîtin. Di alî me de yekane rêya ji vê kaosê bê derketin ev e ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, pêkanîna cilên yekreng bê kişandin û bi lezgîn welatekî demokratîk bê afirandin.   *Piştî salan şûnde hûn dîsa li girtîgeha Amedê ne. Vê çi bandor li ser we kir?   Dayika Hatîce, Sozdar, Elîf…   4 sal şûnde dîsa li vir im. Di koxuşa B.K-4 27 jinan ez pêşwazî kirim. Jinên sê nifşî li vir in. Ya herî biçûk 19 salî ya herî mezin 50 salî ye. Çawa ketim hundir me sohbet kir. Hevala Sozdar yanî Semîre Dîrekçî ev 21 sal in girtiye. Coş û kêfa wê çavkaniya îlhamê ye. Bi dayika Hatîce re em berê jî bi hev re mabûn. 10 zarok aniye dinê, 6 heb dijîn. Dayika Fehîme Ete 50 salî ye. Du zarokên wê li refên têkoşînê ye. Ev cara 6'emîne hatiye girtin.  Elîf Aldemîr 19 salî ye coş û kenê wê tu car naqede.    *Tiştekî dawî dixwazî bêjî heye?   Daxwazên gelê me bi awayekî şênber li holê ye û divê KCD û hemû saziyên me bi biryarek mezin xebatên xwe bimeşînin. Em ê teslîmî şerê psîkolojîk nebin. Her qad ji bo me qada têkoşînê ye. Ez ji hemû dayikên fedekar û gelê xwe re rêzdariyên xwe dişînim.