Pêşniyaza bi Kurdî bi hinceta 'ne li gor rêziknameya hundur e' paşve hat îadekirin 2018-02-22 15:56:38   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Leyla Birlik bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pêşniyaza Kurdî ji Meclîsê pêşkeş kir. Pêşniyaz bi hinceta "ne li gor rêziknameya hundur e" paşve hat îdadekirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Birlîk bi munasebata 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo balê bikişîne ser zextên Zimanê Kurdî pêşniyazek bi Kurdî pêşkeşî meclîsê kir. Pêşniyaza ku hat xwestin ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ve bê bersivandin û hem bi Kurdî hem bi Tirkî hat amedekirin bi hinceta "ne li gor rêziknameya hundur e" paşve hat îadekirin.    Di pêşniyaza ku do pêşkeşî meclîsê hatibû kirin de van pirsana hat pirsîn:   *Zimanê Kurdî yê milyonan mirovan ji bo çi wekî alava sûc tê xuyakirin?   *Ji bo li Tirkiyeyê zimanên cuda bên naskirin û bên parastin polîtîqaya we ya hukumetê çi ye?   *Ji bo Kurdî li welatê me statuyek qanûnî kezenc bike, xebatek ku li wezareta we tê meşandin heye?   *Sedema ku Zimanê Kurdî di girtenameya de wekî "zimanê ku nayê naskirin" derbas dibe, çi ye?   *Li gor rapora UNESCO'yê ku berî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weşand, li Tirkiyeyê 18 ziman di bin talûkeyê de ye. Ji bo zimanê di bin talûkeyê de plana parastinê ya zimên ku ji aliyê wezareta we tê meşandin heye?