Pervîn Bûldan: Em li dijî operasyonan serî natewînin 2018-02-17 12:28:43   ENQERE - Piştî 3'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê civîna Meclîsa Jinê pêk hat. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û diyar kir ku kesên coş û moralê ji bo kongreyê tehemmul nekirin bi operasyonan dixwazin çavên Kurdan û hevakarên wan bitirsînin.   Piştî 3'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva 8'ê Adarê civîna Meclîsa Jinê li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk hat. Axaftina destpêkê Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan kir. Pervînê anî ziman ku kongreyek bi hêz û bi moral pêk hat û têkoşîna wan dê li qadan berdewam bike.    'Kesên ku coşa kongreyê hezim nekirin dest bi operasyonê kirin'   Pervînê anî ziman ku divê têkoşîn mezintir bibe û spasiyê xwe ji bo jinên ku ked dane kongreyê pêşkeş kir. Her wiha Pêrvînê wiha got:"Kongre ji bo me pir girîng û bi wate bû. Kesên ku coşa kongreyê hezim nekirin dest bi operasyonê kirin. Piştî kongreyê Serpîl Kemalbay kirin bin çavan. Hevala me Serpîlê hîn di bin çavan de ye. Îro bi operasyonek nû zêdetir hevalên me yên jin kirin bin çavan."   'Dema ku mijar dibe Kurd û jin edalet dikeve bin lingan'   Pervînê da zanîn ku daraz li dijî bidestxistina mafên kurdan tê bikaranîn û got:"Dema ku mijar dibe Kurd û jin edalet dikeve bin lingan."   'Ew bi operasyonên xwe nikarin serê me bitewînin'   Perwînê wiha berdewam kir:"Em ê li dijî êrîşên AKP'ê bibin yek beden. Em ê parastina aştî û azadiyê berdewam bikin. Ji bo coşa ku di kongreyê de hat jiyîn di 8'ê Adarê de jî bê jiyîn biryara ku em îro li vir bigirin, girîng e. Tevî hemû bêhiqûqiyan em ê wekî jinên HDP'î li ser linga bimînin. Ew bi operasyonên xwe nikarin serê me bitewînin. Bi girtin û binçavkirinan nikarin têkoşîna me têk bibin."   'Em ê bi destên her jinê bigirin û dest dilê wan bidin'   Perwînê anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê em bi destên her jinên ku mafên wan ji destên wan tên girtin û bi îstismara zayendî rû bi rû tên hiştin bigirin û dest dilê wan bidin. Her wiha Pervînê wiha got:" Ez ji dil bawer dikim ku dê têkoşîna azadiya jinê bi ser bikeve. Rêya me û rêya we vekirîbe."