Hevşaredarên jin bertek nîşanî şerê Efrînê dan 2018-02-15 09:22:35   Rojda Aydin   AMED - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didomin, gelê Efrînê di bin êrîşên tank û topan de li ber xwe didin. Hevşaredarên jin ên ku bertek nîşanî êrîşan dan gotin ku bersîva herî rast a li dijî êrîşan berxwedan û yekitiya neteweyî ye.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didomin, gelê Efrînê di bin êrîşên tank û topan de li ber xwe didin. Di derbarê êrîşên li ser Efrînê hevşaredarên jin bertek  nîşan dan û anîn ziman û gotin ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike, li wê sivîl tên qetikirin û hêzên navneteweyî yên ku ji bo berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn dagir kirine bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşan.    Hevşaredara navçeya Payîzava ya Wanê ya DBP'ê ku Qeyûm li şûna wê hat tayînkirin Yildiz Çetîn got ku şerê li dijî Efrînê di roja 14’yan de berdewam dike û wiha got: “Ev nêzî du salan e hikûmeta AKP’ê tehemûlî berxwedana gelê kurd a li Rojava - Bakurê Sûriyeyê nake û her dem gef xwarin. Erdogan ê ku her roj geh li kurdên berxwedêr dixwarin her di axaftina xwe digot  ‘em ê şevekê ji nişka ve bên'. Piştre di 20’ê Çileyê de li dijî Efrînê êrîş da destpêkirin. Di encama êrîşên ku TSK û OSO'yê bi hevkarî dimeşînin de gelek sivîl jiyana xwe dest didin. Lê gelê Efrînê di pêşengiya YPG û YPJ'ê de berxwedaneke bêhempa dide  û dest ji axa xwe bernade."   'Dixwazin serweriya xwe ava bikin'   Hevşaredara navçeya Hewengê ya Rihyayê ya DBP'ê ku Qeyûm tayînê wê hat kirin Fatma Dogan jî bi lêv kir ku êrîşên li ser  Efrînê li ber çavên  Cîhanê tê jîyîn û wiha got : “Li dijî van êrîşan her kes bêdeng e. Bi van êrîşên ku Tirkiyeyê pêk tîne dixwaze li erdnîgariya ku ne aîdê wê ye serweriya xwe ava bike û çanda wê derê desteser bike.  Lê gelê kurd bi salan e li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dide û wê li Efrînê jî li ber xwe bide û nehêlin ku axa wan bê dagirikin. Gelê kurd ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur li dijî komkujiyan li  berxweda wê li Efrînê jî serî netewîne.”   ‘Aqûbeta Kobanê wê li serê Efrînê be’   Herî dawî jî Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebihe Ekîncî axivî û wê jî bi lêv kir ku ev êrîşên  ku tên kirin komkujiyê bi xwe re tînin û wiha domand: “Dewleta tirk herî zêde êrîşî jinan dike ji ber ku jin li ber xwe didin û di her qadê de jin pêş dikevin. Jinên kurd li her qadê li ber xwe dan weke Arîn Mîrkan, weke Awesta, weke Zîlana û weke Sakîneyan li ber xwe dan û bûne mînak ji me re. Ji ber vê berxwedana jinan hikumeta AKP'ê berê xwe daye jinan û êrîşî wan dike. Her wiha dema ku hevkarên AKP'ê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê dikirin di serî de êrîşî jinên kurd ên Êzidî kirin. Lê jinên kurd li wê jî berxwedaneke mezin dan.  Erdogan digot “Kobanê ket, dikeve”, lê belê ji ber hêza jinê neket. Wê eqûbeta  Kobanê li Efrînê be jî. Bi rojan e dewleta tirk  bi tank û topên xwe êrîşî Efrînê dike. Erdogan ê ku digot ez ê di du rojan de bi ser kevim bi rojan e bi tu awayî bi pêş ve neçûye.  Wê kurd tu caran Efrînê nedin dest û wê YPG/YPJ'ê wekî li Kobanê li Şengalê jî li ber xwe bidin û Efrînê biparêzin."